Li Hecînê 5 çete hatin kuştin

Balafirên Koalîsyona Navnetewî li gundê El Şecîl yê Hecînê baregeha çeteyên DAIŞ’ê kir hedef û 5 çete hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li rohilatê Çemê Firatê didome.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî li gundê El Şecîl yê Hecînê li baregeha çeteyên DAIŞ’ê xist û 5 çete hatin kuştin.

Hecîn yek ji navenda herî mezin a jîngehê li herêma Dêra Zorê  ku dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku 11’ê Îlonê destpêkirîbû didome. Şervanên QSD’ê rojên derbasbûyî de li gundê Baxozê xeta parastinê ya DAÎŞ’ê bidest xistibû.