YPG: 2 çeteyên Ehrar El Şerqiye û Feylaq Şam hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li navçeyên Rac û Cindirês ên Efrînê li dijî komên çeteyên Herar El-Şeriye û Feylaq Şam çalakî hatine kirin, 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

YPG’ê ragihand ku li navçeya Reco ya li dijî koma çete ya bi navê Ehrar El-Şerqiye 23’ê Îlonê çalakiyek kirin û çeteyek hatiye kuştin, dîsa 24’ê Îlonê jî li Cindirêsê jî şervanên YPG’ê li dijî koma çete Feylaq Şam çalakî kirine û di vê çalakiyê de jî çeteyek hatiye kuştin.

Navenda YPG’ê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê yekîneyên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete çalakiyên xwe didomînin. Bi çalakiyên ku li navçeyên Cindirês û Raco hatiye kirin de 2 çete hatin kuştin û 3 çete brîndar bûn.

Di roja 23’ê Îlon’ê de hêzên me li ser rêya di navera Efrîn û Raco de li hember koma çete ya bi navê Ehrar el-Şerqiye çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 3 çete brîndar bûn.

Di roja 24’ê Îlon’ê de yekîneyên me li navçeya Cindirêsê ya Efrîn’ê li hember koma çete ya Feylaq Şam çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin. Navê çeteyê ku hatiye kuştin wiha ye: Mihemed Ehmed el-Casim ku bi eslê xwe ji Heleb’ê ye.”