Wekîlên Fransiz serdana Rojava kirin

Du wekîlên tevgera Franca Insomîse ya bi lîdertiya Serokkomarê berê yê Fransayê Jean-Luc Melenchon serdana Rojava kirin.

Wekîla çepgir a Fransiz Danîele Obono û Mathîlda Panot û Alîkarê Şaredariya Grîgnyê Pascal Trodec Duşemê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Şandeya ku Fransiz ji hêla rayedarên xwecih ve hate pêşwazîkirin, serdana kampa Êzîdiyan jî kirin.

Obono dema serdana li Amûdê ji AFP'ê re axivî û got, ''Ji bo ku em desteka xwe li gelê Rojava nîşan bidin em li vir in.''

Obono bal kişande ser gefên dewleta Tirk û got, ''Li ser destwerdana dewleta Tirk û êrîşa li ser herêmê fikareke mezin heye.''

Obono got ew ê van fikaran bi hikûmeta Fransayê re par ve bikin û hikûmet jî hay ji rewşê heye.