Cenezeyê endema Asayîşê Iwêş Şiheb hate  veşartin

Waletiyên Efrîn û Şehbayê cenezeya endema Asayîşê Iwêş (Iwêş Şiheb) bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê veşartin.

Bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeya endama Asayîşê Iwêş (Iwêş Şiheb) a ku li bajarê Himsê di encama nexweşiyê de li nexweşxaneya Helebê şehîd bibû, ji avahiya nexweşxaneya Avrîn wergirtin û bi karwanê wesayîtan birin goristan Şehîdên Serdemê ya navçeya Ehrezê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê merasîma rêzgirtinê pêk hat. Piştre bi navê meclisa malbata şehîdan Xelîl Mûse sersaxî ji melbata şehîd re xwest got: "Dema ku em dibêjin ‘Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey şehîd!’ wê demê em soz didin şehîd ku em li ser şopa bimeşin. Lê belê xwesteka şehîd ji me ew e ku em tu carî çeka wan li erdê nehêlin. Lewre em ê tu carî li pey şopa şehîdan venegerin."

Her wiha bi navê meclisa herêma Şehba Nûrî Welo jî axivî û sersaxî  ji malbata şehîd û Rêber Abdulah Ocalan re xwest û got: "Em bejana xwe li ber şehîdên xwe yên ku tişta xwe ya herî hêja canê fedayî xak û gelê xwe kirine, ditewînin.”

Herî dawî bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Arêf Şêxo axivî û got: "Daxwaza dewletên dagirker ew e ku  gelê Kurd tune bike. Mînaka vê ya ber bi çav jî Efrîn e. Lê belê gelê Kurd wê bi vîna xwe bi ser bikevin."

Merasîm piştî ku nasname û bawernameya şehîd radestê malbatê hate kirin, cenaze bi tilîlî û dirûşmeyan hate veşartin.