Li Şeddadê teqîn pêk hat

Danê vê sibê wesayîteke bombebarkirî li ber benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a herêma Şedadê hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 endamên Ewlehiya Hundirîn û leşkerekî Emerîkî birîndar bûne.

Li gorî ajansa nûçeyan a ANHA’yê ragihandî, îro danê sibê li bajaroka Şeddadê ya Hesekê wesayîteke bombebarkirî li ber benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a deriyê veguhestinê ya li cem Pira 47’an hate teqenadin. Li gorî agahiyên destpêkê ev êrîşeke xwekujiyê ye. Dema ku hêzên Ewlehiya Hundrîn pê dihesin ku êrîşa xwekujiyê ye, dixwazin wesayîtê bisekinîn lê xwekuj wesayîtê diteqîne.

Li gorî agahiyên çavkaniyeke leşkerî, ji ajansa ANHA’yê re ragihandî, Hêzên Ewlekariyê û leşkerên Amerîkî erebeya bombebarkirî ferq kirine, erebeyên zirxî kirine mertal û piştî xwe ji erebeyan avêtine teqîn çêbûye.

Hate ragihandin ku di encama teqînê de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û leşkerekî Amerîkî birîndar bûn.