Gelê Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan protesto kir

Bi hezaran welatiyên Efrînê, êrîşa dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li ser rêya Efrînê bi meşekê şermezar kirin.

Di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de bi destê dewleta Tirk û komên wê yên çete, şêniyên Efrînê yên li Şehbayê meşiyan û dagirkerî şermezar kirin.

Çalakger li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn. Leyla Hemo dewleta Tirk şermezar kir û got, "Em îro daketine qadan ji bo êrîşa dewleta Tirk şermezar bikin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin, kes nikare gelê Kurd û şêniyên Efrînê tine bike. Ji ber ku em xwedî şehîd in, xak û maf in. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin."

Mamosteya bi navê Hamid Rustim jî got, "20 Çileya 2018'an rojeke giran bûn li ser gelê Kurd hemûyan. Bi taybetî li ser gelê Efrînê. Bila Erdagan qet bawer neke ku Efrîn çûye, Efrîn wê vegerê. Ji ber ku zarokê 7 salê heta kalên 70'ê salî li ser vê biryarê sekinîne."

Dûver ku dayika şehîd Zîlan e got, "Roja yekemîn bi 72 balafiran êrîş kirin. Em bang li dewletê navneteweyî dikin ku bibina lîkar ji bo rizgarkirina Efrînê."

Ciwana bi navê Fîdan Mihemed jî got, "Em îro bi hezeran weke ciwanên Efrînê daketine qadan ji bo Efrînê û em dagirkeriya Tirkiyê şermezar dikin."