Şervanên QSD’ê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kirin

Li eniyên El-Sûs û Baxozê şervanên QSD’ê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kirin. Li aliyê din çete û malbatên çeteyan jî xwe radestî şervanên QSD’ê dikin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ didome. Şervanên QSD’ê li eniyên Baxoz û El-Sûsê 2 hezar sivîlên din jî rizgar kir.

Endamê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Îsmaîl ku ji ANHA re axivî û got; “Sivîl birine cihên bi ewle, nexweş û birîndaran tedawî dikin.”

Hate ragihandin ku gelek malbatên çeteyên DAÎŞ’ê jî xwe radestî hêzên QSD’ê dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li rojhilatê bajaroka Hecînê jî 60 çeteyên DAÎŞ‘ê ku piraniya wan biyanî bûn xwe radestî QSD‘ê kiribûn.