Li Dêra Zorê 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li bajarokê El-Sûsê 2 hezar sivîlên din ku çeteyên DAÎŞ’ê weke mertalên zindî bikar danîn, rizgar kirin.

Li bajarokê El-Sûse yê di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de 2 hezar kes ku piranî jin û zarok in, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.

Di nava sivîlan de kesên nexweş û kesên dema ji ber çeteyan reviyabûn di encama teqîna mayînan de birîndar jî bibûn hebûn. Şervanên QSD’ê kesên birîndar û nexweş li navendên tenduristiyê bicih kirin.

Sivîlan anî ziman ku 5 rojan bisî û piranî çeteyên li herêma El-Sûsê, Boxaz û El-Şefaayê biyanî ne û li malên wan mayîn bicih kirine.

Şervanên QSD’ê beriya niha ji bo rizgarkirina sivîlan korîdorekî bi ewle vekiribûn.