Bi hezaran kesên din ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya pêngava dawî ya dijî çeteyên DAÎŞ'ê de, bi hezaran kesên din ji çeteyan rizgar kirin.

Operasyonên QSD'ê yên li herêma Dêra Zorê dewam dikin ku bi navê "Şerê bidawîkirina terorê" li dijî çeteyên DAÎŞ'ê tên meşandin.

Hate ragihandin, di operasyonan de bi hezaran sivîlên din ji bin zilma çeteyan hatin rizgarkirin. Li gorî ANHA'yê, di operasyonên Baxoza Jorîn, Şafaa, Hecîn û Sûsê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê roja 17'ê Çileyê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, 300 sivîlên din hatine rizgarkirin û li herêmên ewle hatine bicihkirin.