Gelên Serêkaniyê ji bo Efrînê meşiyan

Gelê Serêkaniyê û Zîrganê dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin û peyama ‘Ew ê Efrînê rizgar bikin’ dan.

Bi sedan welatiyên bajarokê Zirganê, Serêkaniyê û gundewarên wê li bar avahiya Mala Gel kom bûn û li dijî dagirkirina Efrînê û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.

‘EM Ê EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN’

Meş li Qada Azadiyê a navenda bajarê Serêkaniyê ve veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistafa Axivî û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê 20`ê Çileya 2018`an dest pê kirin. Şervanên QSD’ê û gelê Efrînê jî bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrîşan. Şervan û gelên Efrînê 58 rojan li ber xwe dan. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de bi balefiran bajarê Efrîn, navçe û gundewarên wê dagir kirin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Raşid axivî û anî ziman ku hemû çalakiyên wan ji bo rizgarkirina Efrînê ne û wiha got: “Îradeya me heye ku karibe li hember dagirkeran bisekine, ji ber ku bingeha têkoşîna me şehîdên me ne, wek ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê em ê hevgirtina xwe xurt bikin û Efrînê rizgar bikin.”

Endama Kongreya Star Selwa Hecî Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker projeya neteweya demokratîk li Efrînê kir hedef û wiha got: “Tirkiyê hewl dide destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê têk bibe, komkujî li dijî gelê Efrînê pêk anîn. Êrîşên li ser Efrînê jiyana hevbeş û biratiya gelan kir hedef, lê ev fikr tu carî têk naçe, ji ber berxwedana me li her derê me xwe bi rêxistin kir, bi vî rihî em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeran têk bibin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.