Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

QSD’ê li ser êrîşa Şedadê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser êrîşa li navçeya Şedad a Hesekê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî da.

QSD’ê got: “Ev êrîşa hovane ya li dijî dewriyeyên hevpar ên hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî, li ser hişyariya hêzên me negihişt encama xwe. Tenê ziyanên madî pêk hatiye.”

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

"Hêzên me di pêngava rizgarkirina gundewarên Dêra Zorê de berdewam e û derbeyên giran li rêxistina terorîst a DAÎŞ‘ê dixin. Hêzên me roj bi roj bi pêş ve diçin û terorê li herêmê tine dikin. Ji ber vê yekê rêxistina terorîst ji bo astengkirina pêngavê êrîşên xwekujî pêk tînin.

Di 21‘ê Çileya 2019‘an de, dema ku dewriyeke hevbeş a hêzên me û yekîneyek Hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser rêya giştî ya bajarê Şedadê erka xwe pêk danî, rêxistina terorîst bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekî xwekuj hewl da dewriyeya me bike hedef. Lê hêzên me ji bo rêgirtina li ber êrîşî tedbîr girtin.

Êrîşa hovane ya ku dewriyeya hevbeş a hêzên me û Koalîsyona Navdewletî kir hedef, ji ber hişyarbûna hêzên em ne gihiştin armancên xwe, tenê ziyanên madî çêbûn.

Êrîşên bi vî rengî, nîşan dide ku rêxistina DAÎŞ‘ê bi têkçûyîna xwe re stratîjiyeke nû xistiye dewrê, bi vê yekî êrîşên xwe yên terorîst zêde dike û hucreyên xwe yên veşartî dixin tevgerê..

Erka me berdewam e heta tevahî herêmên me ji terorê rizgar bibin û hucreyên veşartî tine bibin ku nehêle rêxistina terorîst ji nû ve derkeve an jî bi navên dîtir xwe ava bike."