Gelê Efrînê li Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiya

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan.

Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê di yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de daketin qadan û bi meşeke girseyî dagirkerî şermezar kirin.

Bi tevlîbûna bi hezeran gelê Efrînê û Şehbayê  yên ji pêkhateye Kurd, Ereb  li navçeya Ehdas bi dirûşmeya “Em bi ruhê Berxwedana Serdemê Efrîn rizgar bikin, dagirkeria Tirk ji holê rakin” kom bûn û ber bi gundê Miratê Mislimiyê ketin rê. Meş li kolana sereke ya navbera Ehdas û Miratê Mislimiyê  destpê kir.

Di meşê de wêneyên mirovan ji ber êrîşa dewleta Tirk şehîd bûbûn hatin hilgirtin herwiha di meşê de wêneyên şervanên  YPG\YPJ'ê yên bi çalakiyên fedayî şehîd bûn Barîn, Avêsta, Îlan, Karker, Qehreman, Sîpan û wêneyên Efrîn yên bi dagirkeriyê re hatiye hilweşandin hatin hildan.

Li gundê Miratê Mislimiyê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate giritn. Piştre lis er navê Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvîn Mûsa axivî û got; “Em ê bi ruhê jinên berxwedêr Avest û Barin Efrînê rizgar bikin. Em berxwedana  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de silav dikin.”

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer axivî û got; “Gelê  ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye perwerde kirin  nayê şikandin. Îro jî gelê Efrînê li Şehabyê  daketina qadan ji bo rizgarkirina Efrînê bang dikin."

Hevseroka herêma Şehbayê Îmad Dawid jî axivî û got; “Îro roja despêka berxwedaniyê ya gelê Efrînê ye û heta niha jî gelê Efrînê li Şehbayê liberxwe dide.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina 'Berxwedana Serdemê' bi dawî bû.