Şehîdê QSD’ê Lewend hate veşartin
Li Tir Hemîsê bi merasîmekê şehîdê QSD’ê Hesen Sifûk (Lewend) li Goristana Şehîdan a Til Hemîs hate veşartin û şehîdê QSD’ê Mahîr El Selûm (Elî Silêman) jî hate bibîranîn.
Li Tir Hemîsê bi merasîmekê şehîdê QSD’ê Hesen Sifûk (Lewend) li Goristana Şehîdan a Til Hemîs hate veşartin û şehîdê QSD’ê Mahîr El Selûm (Elî Silêman) jî hate bibîranîn.
welatiyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şehîd Hesen Sifûk (Lewend) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana şehîda a navçeya Til Hemîsê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD’ê desptê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîda a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî, bavê şehîd Xeys û li ser navê meclîsa navçeyê Salih El-Xelef axivîn.
Di axaftinan de bal hate ser kişandina têkoşîna şehîd Hesen Sifûk û Mahir El-Selûm li dijî çeteyên DAÎŞ`ê di baregehên çeteyan ên dawî de, hate kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê hate dayîn.
Di dewaman merasîmê de nasnameya şehîdbûnê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd Lewend bi dirûşman hate veşartin.