Cenazeyê endamê hêzên asayîşê Necar hate veşartin

Welatiyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê cenazeyê enmdamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar bi merasîmekê li goristana gundê Nebo vşeartin.

Bi sedan welatiyên texa Şêx Meqsûd a Helebê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar ku di encama dilêşê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana li gundê Nebo ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Asayîşê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malatên Şehîdan Mihemed Xelîl, li ser navê TEV-DEM‘ê Ehmed Ebdo û li ser navê Hêzên Asayîşê Qehreman Bekir axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin; “Şehîd meşaleya azadî û rumetê ne. Şehîd Ednan Necar li beramberî êrîşên komên çete yên li ser taxê li berxwe da û ji aliyê şêniyên taxê ve dihate hezkirin.”

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ednan Necar li goristanê veşartin.