YPG: Em ê li bara dagirbûna Efrînê bêdeng nemînin!

YPG'ê bal kişande ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê û got, ''Em ê bêdeng nemînin û têkoşîna berxwedanê bi her rengî bikin.''

Di daxuyaniyê de ya ku Fermandariya Giştî ya YPG'ê dayî, hate gotin, ''Têkoşîna berxwedaniya mezin a gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, li dor azadiyê hevgirtineke bêhempa ava kiriye. Têkoşîna me ya li Rojavayê Kurdistanê ku li dijî DAÎŞ'ê dest pê kiriye,li dijî her cure hewldana dagirkeriyê geş bûye û pêvajoyeke şoreşê ya mezinbûyî ava kiriye.''

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

'PAQIJIYA ETNÎK, DESTESERKIRIN Û HER CURE BINPÊKIRIN..'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ''Dewleta Tirk ku hemû enerjiya xwe dide da ku êrîşên xwe yên dagirker rewa nîşan bide, ji bo pêşketina hêzên me yên li Rojavayê Kurdistanê rawestîne û pêşî li geşedana demokratîk a ku gelên me li dora jiyana hevpar ava kirine, bigire, planên xwe yên êrîşkar dîsa sazkar kiriye. Dewleta Tirk 20'ê Çile ya 2018'an bi keda wan hêzên ku çavê xwe ji vê dagirkeriyê re girtine, êrîşên xwe dane destpêkirin. Yekîneyên me yên YPG'ê, YPJ'ê û gelê Kurdistanê helwesteke wiha nîşan dane ku rê nedane vê dagirkeriyê. Li bara van êrîşên bi hêzeke bejahiyê ya bêrêje, bi her cure çekên giran û êrîşên giran ên hewayî û teknolojiya pêşketî ya şer, bi sedan şervanên me helwesteke fedaî nîşan dane, gelê me ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî di nav vê berxwedanê de cihê xwe girtine.

18'ê Adarê, piştî pêngava me ya vekişînê ya bi mebesta ku pêşî li komkujiyan bigire, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û navçeyên wê yekîneyên xwe yên dagirker bi cih kirine. Îro, li gel van yekîneyên dagirker, gelek komên terorîst û çete hene. Cografyaya Efrînê ku paqijiya etnîk lê tê kirin û bi rengekî sîstematîk zengîniya bajêr tê desteserkirin, li bara gavên faşîst ên dewleta Tirk bi vê rewşê ye.

'EM Ê JI HER DEMÊ ZÊDETIR LI BER XWE BIDIN'

YPG'ê dawiyê got, ''Em, yekîneyên YPG, YPJ'ê, em ê li bara gavên dagirker û faşîst ên ti hêzê bêdeng nemînin'' û domand, ''Li dijî vê dagirkeriya li Efrînê, ji bo azadkirina gelê me û cografyaa me, em diyar dikin ku em ê bi her cure berxwedaniyê têbikoşin. Li dijî dewleta Tirk u îro li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê zimanê dagirkeriyê bi kar tîne, em diyar dikin, nirxên demokratîk ku gelan derxistiye holê, hewlesta xwe ya herî rewa a berxwedanê ji her demê zêdetir em ê deynin holê û biparêzin.''