Qîrîna Efrînê li Kobanê deng vedide

Li Kobanê dagirkeriya li Efrînê hate şermezarkirin.

Li Kobanê dagirkeriya Efrînê hate şermezarkirin. Gelê Kobanê got ku “Em bi gelê Efrînê re ne û êş û jiyana gelê Efrînê ya me ye jî.”

Kamil Îbrahîm di meşê de  di pêşiyê de dimeşe. Îbrahîm bi destê neviya xwe girtiye û di destê wî yê din de jî alaya MSD’ê heye. Îbrahîm dibêje ku, “Dema mesele dibe Efrîn, li ku derê be ez tevlî çalakiyan dibim. Em dizanin dijminê me hov e lê em jî divê em li ber xwe bidin. Dinyayê ji bo dijminên me guhên xwe girtine lê em ê tu carî li hemberî wan stûyê xwe xwar nekin.”

Beşdaran wêneyên şehîdên Efrînê û yên zarokan hildabûn ên ku bi destên leşkerên Tirkiye û çeteyên girêdayî wan hatibûn kuştin.

Di nav meşê de xelkê Efrînê jî dihat dîtin. Mihemed Hemîd ji Efrînê ye û li Kobanê dijî. Dema ku me pê re sohbet kir, Hemîd got ku, “Em ê Efrînê ji çeteyan rizgar bikin. Lê me nedizanî ew ê ewqasî dereng be. Heke kes alîkariya me neke jî, em ê bajarê xwe ji destê wan hovan derxînin.”

Wekî tê zanîn sala par di vê rojê de Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê êrîşî Efrînê kirin. Gelê Efrîn û şervanên YPG û YPJ berxwedaniyeke bêhempa 57 rojan li hemberî balefire û tank û topan li ber xwe dan.