Li Qamişloyê dagirkerî hate protestokirin

Yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê li bajarê Qamişlo bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Çile ya 2018’an li dijî Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin û di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kiribû. Yekemîn salvegera êrîşên dagirkeriyê li Qamişlo bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Di meşê de pankartên bi nivîsên zimanên Erebî, Kurdî û Îngilîzî yên wekî; “Pêşeroja me nekujin”, “Ka mirovahî”, “Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin”, “Bila qada me ji tevgera balafirên şer re were qedexekirin” û “Qatil Erdogan” hildan. Meş li çerxerêya Sonî veguherî mîtîngê.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan salvegera êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got: “Hemû saziyên mirovahî û dewletên navneteweyî ji êrîşên ser Efrînê berpirsyar in. Êdî bila hemû dewlet vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin. Roja dagirkeriya Efrînê bû rojeke navneteweyî. Efrîn heya rizgar nebe wê rawestan ji me re tune be. Ne tesaduf e ku di salvegera damezirandina şoreşa Mehabadê û salvegera avabûna Rêberiya Xweser de ev êrîş ser Efrînê pêk hatin. Di pêncemîn salvegera Rêveberiya Xweser de hemû çalakiyên me di çarçoveya derxistina dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê de bin. Dewleta Tirk a dagirker piştî ku Efrîn dagir kir, îro jî dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir bike. Dixwaze dagirkeriya xwe bi hinceta “herêma ewle” pêk bîne. Ev herêmên ku niha ewle ne, wê bi hebûna artêşa Tirkiyê vegerin herêmên şer.”

Berpirsyara Têkiliyên TEV-DEM’ê Asya Ebdillah jî bal kişand ser berxwedana Efrînê û diyar kir ku tu hêz nikarin berxwedana Avesta û Barînan û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikînin û wiha pê de çû: “Ev hêzên demokratîk ku dibêjin em li dijî faşîzmê û qetilkirina mirovan in, va ye li Efrînê faşîzm û qetilkirin pêk tê. Heger ev sazî li dijî faşîzmê bûna, çima bêdeng in? Êrîşên li Efrînê li dijî herêmeke ewle û aram bûn. Hemû pêkhate li Efrînê di nava neteweya demokratîk de dijiyan. Bila tu kes xeyal neke ku wê dewleta Tirk a dagirker di Efrînê de bimîne. Erdogan rojane dibe sedema qetilkirina mirovan. Pêwîst dike ku dadgehên cihanî Erdogan bidarizînin. Li hember guhertina demokratîk û faşîzma ku li Efrînê dide meşadin, tu kes bêdeng nemîne. Berxwedana Efrînê îro li Şehbayê berdewam e. Ev sekna berxwedêr û têkoşer a gelê me wê rizgarkirina Efrînê bi xwe re bîne.”