Îsraîlê êrîş bir ser hêzên Îranê yên li Şamê
Medya xwecihî ya Sûriyeyê ragihand, li nêzî paytexta Sûriye Şamê dengê teqîneke mezin hatiye. Tê gotin, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiv daye êrîşa Îsraîlê.
Medya xwecihî ya Sûriyeyê ragihand, li nêzî paytexta Sûriye Şamê dengê teqîneke mezin hatiye. Tê gotin, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bersiv daye êrîşa Îsraîlê.
Li gorî nûçeya SANA'yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, sîstema parastina hewayî ya li Şamê bersiv da êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li başûrê bajêr.
Hate ragihandin, êrîşê li gorî dema herêmê saet 01:15'an dest pê kiriye. Hêzên Parastinê yên Îsraîlê jî diyar kir, li "Hêzên Îranê yên li ser sînor hatiye xistin."