Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare çalakî li dar xistin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan 20’ê Çileyê li Mareyê li dijî wesayîta çeteyan çalakî kirine.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan 20’ê Çileyê li Mareyê li dijî wesayîta çeteyan çalakî kirine.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên li Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “ Di 20’ê Çileyê de şervanên me li derdora Mare ya dikeve Bakurê Helebê dozereke çeteyan a ku tunel û xendek dihat çêkirin kiriye hedef. Di encama çalakiyê de dozera çeteyan hat rûxandin û li gel ku windahiyên çeteyan çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.”