Hêzên Ewlekariyê bombeya li wesayîtê hatibû bicihkirin bêbandor kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo bombeya ku li wesayîtekê hatibû bicihkirin, hate bêbandorkirin.

Li Qamişlo Hêzên Ewlekariya Hundir bombeya li wesayîtekê hatibû bicihkirin, bêbandor kirin.

Li ser agahiya welatiyeke ku dema wesayîteke bi tîpa mînîbûs ji bo xwe kirîbû, rewşeke ne li bendê dît tîmên Ewlekariyê yên Hundirîn ketin tevgerê û lêkolîn dan destpêkirin. Di lêgerînê de bombeyek hate dîtin. Bombe ji aliyê tîmên pispor ve hate bêbandorkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û hişyarî da welatiyan beriya ku wesayîtekê bikirin,  divê lêkolînek baş bikin.