Li Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê dewleta Tirk hate protestokirin

Li bajarê Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê yên Bakurê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a 20’ê Çile ya 2018’an de bi çalakiyan hate protestokirin.

HESEKÊ

Welatiyên Hesekê li çerxerêya Sînalko li hev civiyan û bi alayên Kongreya Star, alayên PYD`ê, wêneyên şehîdan, ala û sembolên Kurdî û pankartên ‘Divê qedexeya firîna balefiran bê ferz kirin, dagirkeriya Tirkiyeyê dizî û talankirin e’ ber bi Qada Şehîdanên Suryan ku li taxa Kelasê ye ve meşiyan.

Meş li taxa Kelasê veguherî mîtîngê. Li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîgirê Hevserokatiya Rêveber Hisên Ezam axivî û got; “Êrîşên li ser Efrînê di encama xiyaneta navnetewî de pêk hat. Tevî vê gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da. Wê Efrîn bi îradeya gel rizgar bibe.”

Bi navê Kongreya Star Endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Oso axivî û wiha got:"Em, baweriya me bi Neteweya Demokratîk heye û dibêjin ku gel hemû piştgiriya şêniyên Efrînê dike. Dewleta Tirkiyeyê dixwest ku îradeya gel bişkîne lê ew têk çû, şoreşa me ya 8 salan mînaka vê yekê ye."

Bi navê eşîrên Ereb Fewaz El-Zobi destnîşan kir ku Efrînê heta 2 mehan li dijî hemû êrîşên bi teknolojiya pêşketî li ber xwe da û wiha domand: “Em eşîrên Ereb, li pişt gelê Efrînê bin.”

Di dawiya meşê de endama jinên ciwan Mîrav Başo daxuyaniyek da.

Mîrav got: "Em têkoşîna hevala Leyla Guven pîroz dikin û piştgiriya wê dikin, her wiha em kiryarên dewleta Tirkiyeyê li ser xaka me şermezar dikin.Em jinên ciwan em ê bibin bersiv ji her cure êrîşan re, îradeya gelan tu car naşikê, li ser vî esasî em bang li hemû jinan dikin ku helwesta xwe li dijî kiryarên Tirkiyeyê bikin yek."

AMÛDÊ

Meşa li Amûdê jî li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û heta Qada Jina Azad a navçeya Amûdê dewam kir.

Çalakgeran pankartên bi nivîsên şermezarkirna êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hildan. Dengê şêniyên Amûdê bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û çiqilên zeytûnan bilind bû.

Li Qada Jinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Kantona Qamişlo Xalid Îbrahîm axivî û dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir û wiha got: "Efrîn ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê hate dagirkirin, ev yek bi bêdengiya navneteweyî û komploya hevpar pêk hat. Her kesê ku di dagirkirina Efrînê de bêdeng ma, şirîkê komkujî û binpêkirinên ku li Efrînê ye.”

Xalid Birahîm ‘Berxwedana Serdemê’, berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên li girtîgehên Tirkiyeyê silav kir.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Welatiyên Dirbêsiyê û gundewarên wê di yekemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de li dijî dagirkeriyê meşiyan. Di meşê de wêneyên şehîd, birîndar, zarokên Efrînê ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd û birîndar bûne, wêneyên hilweşandina Efrînê û pankartên bi nivîsên "Divê herêm li pêşiya balafiran were qedexekirin", "Na ji şerê li dijî zarokan re" û "Qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin" hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirna Efrîn û silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin. Meş li kolana giştî veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Misewec Hac Mensûr axivî û got; "Berxwedana Serdemê berxwedaneke dîrokî ye. 20`ê Çile ya 2018`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû çekên giran êrîşî herêma Efrînê kir. Lê tevî wê jî şervanên me 58 rojan li ber xwe da."

Li ser avê Rêveberiya Xweser Semer Begdaş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirkr û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir ku ji hemû koçberên herêm û parêzgehên Sûriyê re bûbû cihê ewle. Semer got piştî salekê ji dagirkirina Efrînê, Erdogan gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em, Rêveberiya Xweser soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina ‘Berxwedana Serdemê’ bi dawî bû.