QSD di nava hefteyekê de 4 hezar sivîl rizgar kir

QSD’ê di nava 48 saetan de herî kêm 2 hezar û 500 sivîlên di nav destê çeteyên DAÎŞ’ê de rizgar kir. Di nava hefteyekê de nêzîka 4 hezar sivîl hatin rizgarkirin.

Li herêma Hecînê çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran sivîl ji xwe re dikir mertalên zindî. Ev kesên sivîl ji aliyê QSD’ê hatin rizgarkirin. Hate ragihandin ku di rojên Duşem û Sêşemê de herî kêm 2.600 sivîl hatin rizgarkirin.

JI DAÎŞ’Ê DIREVIN Û XWE DIGIHÎNIN QSD’Ê

Sivîl ji bo ku nekevin nav destê çeteyên DAÎŞ’ê bi şev tevdigerin. Sivîl li ser erdên bi mayîn derbas dibin û xwe digihînin şervanên QSD’ê.

Sivîlên ku ji nav destê çeteyên DAÎŞ’ê direvin her roj 15,20 kîlometreyan dimeşin. Li ser rêya wan mayîn hene û gelek sivîl ji ber mayînan an birîndar dibin an jî dimirin.

Yên birîndar tên tedawîkirin û ji bo kesên sivîl pêdiviyên wekî av û xwarin tên peydakirin. Piştre sivîlan dişinînin herêmên ewle.

Di rojên dawîn de gelek kesên sivîl ji nav destê çeteyên DAÎŞ’ê filîtin. Di 21’ê Çileyê de nêzî 1000 sivîl hatin rizgarkirin. Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di 17’ê Çileyê de diyar kiribû ku 300 sivîl hatine rizgarkirin.