Efrînê dikin mîna 'bajarekî Tirkan'

Di pêvajoya Şoreşa Rojava de tevî dorpêçiyeke giran, Efrîn bûbû modela sîstemeke demokratîk. Lê belê bi komkujî, talan û asîmîlasyona piştî dagirkeriyê, hewl didin Efrînê bikin bajarekî Tirk.

Ji 20'ê Çileya 2018'an roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û vir ve, dewleta Tirk xwezayê talan dike û komkujiyan dike. Hewl didin Efrînê bi ser Tirkiyeyê ve bikin, nifûsa wê biguherînin û bikin 'bajarekî Tirk' ê di kontrola rêveberiya Tirkan de. Gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê her li ber xwe dide.

Kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê, ji roja destpêkê û vir ve ne kêmî yê hevkarê xwe DAÎŞ'ê bû. Çawa ku DAÎŞ bi xwe serbilind bû ku dema cih û warên pîroz û nirxên civakê hildiweşand, dewleta Tirk jî roja ku kete navenda Efrînê bi destê çeteyên xwe peykerê Kawayê Hesinkar şikand. Van dîmenên ku Rûdawê bi zindî diweşand, dîmenê hilweşandina Palmîrayê bi destê DAÎŞ'ê dianî bîra mirovan.

AFP'Ê DÎMENÊ 'XENÎMETÊ' KIŞAND

Çeteyên dagirker, çawa ku li her cihî talan dikirin, dema gava xwe avêtin navenda Efrînê dest bi talanê kirin. Bi gotina 'xenîmetê' dest bi talankirina mal, milk û kargehên Efrîniyan kirin. Nûçegihanên AFP'ê jî dîmenê vê talanê kişand. Piştî ku ev dîmen û wêne ji aliyê ajansên cîhanê ve hatin weşandin, DYE, welatên Yekîtiya Ewropayê yên ku di êrîşên dagirkeriyê de xwe ker û kor kiribûn, cara yekemîn nerazîbûn nîşan dan.

Çeteyan mal û milkên Efrîniyan li Ezaz û bajarên mîna wê li bazaran firotin. Ev talana ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi komên çete hate kirin, gihîşt wê astê ku malên hin malbatên Ereb û şirîkê wan ENKS'ê jî bi zorê ji wan hatin stendin.

BI DEHAN GIRTÎGEH

Dewleta Tirk û komên wê yên çete, ji 18'ê Adara 2018'an ve hema bêjin her roj Kurdan direvînin, êşkenceyê li wan dikin û dikujin. Li gorî agahiyên ji Navenda Arşîvkirin û Belgekirina Binpêikrina Mafên Mirovan li Efrînê, heta dawiya sala 2018'an 270 kes hatin kuştin, nêzî 4 hezar û 500 kes dîl hatin girtin.

Li Efrînê niha bi fermî 5 girtîgeh hene. Lê belê her komeke çete ya li Efrînê, navenda xwe weke girtîgehê bi kar tînin.

REVANDIN, ÊŞKENCE Û KUŞTIN

Zexta herî giran û revandin herî zêde li gundên Baflunê, Qibarê û Xezewiyê hatin kirin ku gundên Êzidiyan e. Heta niha ji 4 hezar û 500 kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine revandin, aqûbeta 850 nayê zanîn. 159 ji van jin e.

DEMOGRAFÎ TÊ GUHERTIN

Bi sed hezaran Efrînî ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji cih û warê xwe derkevin. Mal û milkên wan hatin desteserkirin. Nêzî 80 hezar kesên ji Xûta, Hûms, Qelemûn, Hama, Şam û herêmên din hatin anîn, li navenda Efrînê, navçe û gundên wê hatin bicihkirin. Koçberên li bajarê Îdlibê jî li navçeya Cindirêsê hatin bicihkirin.

Hin gundên ku piştî dagirkeriyê koç nekirin, bi zorê ji malên xwe hatin derxistin. Dagirkeriya Tirk di çarçoveya polîtîkayên xwe yên guhertina nifûsê de, nasnameya Tirk da sivîlên ji derve anîn Efrînê û komên xwe yên çete.

Di dema êrîşên dagirkeriyê de, artêşa Tirk cih û warê pîroz ê Êzidiyan jî di nav de berhemên dîrokî yên ji 4000 salî jî hilweşand. 

Dewleta Tirk her wiha berhemên dîrokî bi destê çeteyên xwe ji Efrînê derbasî nava Tirkiyeyê kir. Du şehîdgehên di dema şoreşê de li Efrînê hatin çêkirin û du şehîdgehên di pêvajoya Berxwedana Serdemê de hate çêkirin, xera kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê cenazeyên li Şehîdgeha Şehîd Avesta ji gorê derxistin.

XWEZA JÎ TALAN KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê ne kêmî DAÎŞ'ê bû; xwezaya Efrînê jî talan kir. Agir berdan gelek darên zeytûnê. Di dema dagirkeriyê de her şev li cihekî agir bi daristanekê hate xistin. Bi dehan daristan û zêdeyî 10 hezar dar bi zanebûn li Efrînê hatin şewitandin.

TALANA GENIM Û ÇANDINIYÊ

Dewleta Tirk di nava xwe û çeteyên xwe de protokolek çêkir û berhemên çandiniyê û zeytûnên Efrînê dizîn û birin Tirkiyeyê. Desteya Çandiniyê ya Efrînê ragihand ku 15 ton genimê ji sala 2017'an û 20-25 genimê ji sala 2018'an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dizîn û birin Tirkiyeyê.

Dewleta Tirk mîna genim, zeytûnên Efrînê jî talan kir. Zeytûnên ku tê texmînkirin îsal 220 hezar ton bû, dizîn û birin Tirkiyeyê. Ji wir jî zeyta wan amade kirin û li Spanyayê firotin. Piştî ku talana zeytûnan kete rojevê, Wezîrê Çandiniyê Bekîr Pakdemîr got, "Bi navê hikumetê em naxwazin ku bikeve destê PKK'ê" û li talanê mikur hat.

HEWLDANÊN JI BO TIRKKIRINÊ

Niha li Efrînê ewqas nivîsên bi Tirkî û alên Tirkan hatine daliqandin ku mîna ne bajarekî Sûriyeyê be, yê Tirkiyeyê be xuya dike. Dewleta Tirk di dema dagirkeriyê de 31 bajar hilweşand û perwerdeya bi Kurdî qedexe kir. Li dibistanên li Efrînê perwerde tenê bi Erebî û Tirkî tê dayin. Naveroka perwerdeyê jî neteweperestiya Tirk e. Navê dibistanan hate guhertin û navê sûltanên Osmanî li wan hate kirin.

Navê saziyên li Efrînê hatin guhertin, li gund û herêman navê Tirkî hate kirin. Li hin herêman navê Osmanî, Selçûkî û navê malbata Erdogan hate kirin.

DAÎŞ Û EL NÛSRA JÎ LI EFRÎNÊ NE

Dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê bi mejiyê DAÎŞ'ê li Efrînê tevgeriya. Di heman demê de çeteyên DAÎŞ'ê li nava hin komên xwe bi cih kir û bi wan dest bi êrîşê kir. Niha li Efrînê di nava komên cuda de çeteyên DAÎŞ'ê hene.

Yek ji van jî çeteyê bi navê Sêf Plat Ebûbekîr e ku tevlî DAÎŞ'ê bûbû, li Helebê şer kiribû û di dema êrîşa ser Efrînê de weke fermandarê koma El Hamzatê hate nîşandan. Fermandarê Tûgaya Elzahar Bêbars a ser bi koma Sûltan Mûrad Ebû Abd El Rahman jî çeteyekî berê yê DAÎŞ'ê ye.

Dewleta Tirk a dagirker, beşek ji çeteyên HTŞ (Cebhet el Nûsra) ji Îdlibê derbasî Efrînê kiriye. 18'ê Îlona 2018'an 400 endamên HTŞ'ê derbasî Efrînê kir û li nava komên Feylaq el Rahman û El Hemzetê li navenda Efrînê û navçeya Cindirêsê bi cih kir. Ji bilî vê, 65 çeteyên HTŞ'ê yên bi rêveberiya Ebû Omer el Şamî tevlî çeteya Feylaq el Rahman a li gundê Qibarê bûn.