ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'19'ê Tîrmehê pêkhatina xewn û xeyalên azadiyê ye'
"Dayikan digotin; 'heta em şoreşê nebînin, zarokên me civaka xwe neparêzin em namirin'. Dema ku di rawestgehan de şervanên xwe didîtin didan ber tilîliyan, ji ber ku xeyalê wan pêk hatibû." -
Çeteyên Enqerê 3 sivîl li Cindirêsê revandin
Komên girêdayî rejîma Tirk a dagirker, li Cindirêsê yek jê kal 3 kes revandin. -
Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan
Li hemberî êrîşên dagirker û gefên Tirkiyeyê li Qamişloyê bi hezaran kes daketin kolanan û banga berxwedanê kirin. -
Welatiyên Girê Spî gefên dewleta Tirk protesto kirin
Bi hezaran kes li Girê Spî li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta sînor hatin ba hev, çalakiyeye ya protestoyê lidar xistin. -
'Şoreşa Rojava ya azadîparêz li mirovahiyê pîroz be'
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê: Ji bo ev şoreşa mirovahiyê li qada navneteweyî hîn bêhtir bê naskirin divê navendên me, pêkhate û dostên me bikevin nava hewldanan. -
Kurdan pêşengtî ji şoreş û berxwedana sedsalê re kirin
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Evdilrehman Hemo geşedanên 7 salan ên Şoreşa Rojava û guhertinên ku çêbûne ji ajansa me ANF’ê re nirxand. -
Dewleta Tirk bi hezaran berhemên dîrokî yên Efrînê dizî!
Dewleta Tirk bi hezaran berhemên dîrokî yên Efrînê dizî û bir Tirkiyeyê. -
Rêwîtiya şoreşa gelan
Şoreşa Rojava ku bi stratejiya 'rêya sêyemîn' a ji aliyê Ocalan ve hate pêşniyarkirin dikeve sala xwe ya 8'an, ji bo gelên herêmê bûye hêviyeke mezin. Her kêliya vê şoreşê bi ked û berdêlan hatiye afirandin. -
Heft sal di nava şoreşê de
Heft sal di ser şoreşa 19'ê Tîrmehê re derbas bûn. Di nava van heft salan de gelek guhertin, ne tenê ji aliyê leşkerî, berxwedanê û rêveberiyê ve çêbûn, her wiha di milê kesayetiyê de jî gelek guhertin çêbûn. -
Alzenatî: Li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê têkoşîneke hevpar divê
Ji beşdarên forûma navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Hîndekarê Zanîngeha Eskenderiyê Celal Alzenatî diyar kir ku tiştên heta niha QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê kir karekî pîroz e û got, ji bo tinekirina zîhniyeta DAÎŞ'ê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a navneteweyî heye. -
'Şoreşa Rojava bû çavkanî ji jinan re'
Xalîde Engîzek diyar kir, Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê pêk hat, ji bo jinên ku di nava bêhêvî û bêmoralê de bûn, bû çavkaniya moralê. -
Di êrîşa li Derayê de 4 leşkerên rejîmê mirin
Li bajarê Dera yê dikeve başûrê Sûriyeyê li dijî wesayîta leşkerî ya hêzên rejîmê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 4 leşker mirin û 14 leşker jî birîndar bûn. -
Li Hesekê ji ber teqînekê sê kes birîndar bûn
Li Hesekê bi wesayiteke bombebarkirî êrîşek hate kirin û yek jê şervanê YPG'ê sê kes birîndar bûn. -
Tirkiye leşkeran li ser sînor zêde dike; wateya vê çi ye?
Tirkiyeyê ku parçeyên S-400'î wergirt di heman demê de leşkerên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kir. Dewleta Tirk şantaja 'ez ê berê xwe biguherînim' li DYE'yê dike û peyama 'em dikarin planên DYE yên li herêmê têk bibin' dide Rûsyayê. -
Cenazeyê Şehîd Kendal bi merasîmekê spartin axê
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm Elî (Kendal) bi merasîmekê spartin axê. -
Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî gefên rejîma Tirk dan
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk bi êrîş û gefên dagirkeriyê dixwazin hewldanên çareseriya krîza Sûriyeyê têk bibe ye. -
Dewleta Tirk wê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were protestokirin
Ji bo protestokirina tevgera leşkerî ya dewleta Tirk a li ser xeta sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li gelek navendan çalakî werin lidarxistin. -
Li sînorê Girê Spî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk
Artêşa Tirk a dagirker ku li sînorê Girê Spî leşkerên xwe zêde kiriye, li ser xeta sînor xendeqan çêdike. -
Artêşa Tirk a dagirker li girê dîrokî yê Cindirêsê baregeh ava kir
Artêşa Tirk a dagriker li ser girê Kaş yê navçeya Cindirês a Efrînê baregeha leşkerî ava kir. -
Seyîd Elo: Ocalan rêberê gelên bindest hemûyan e
Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, yek ji kesên ku serdana wî kir Seyîd Elo yê ji Hesekê bû. Elo got, Ocalan rêberê gelên bindest hemûyan e. -
Li Efrînê çeteyek hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî çeteyê endamê Ehrar El Şam a girêdayî dewleta Tirk a dagirker ‘çalakiya tolhildanê’ lidarxist. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê ciwanek qetil kirin
Çeteyên bi ser artêşa Tirk a dagirker ve, ciwanekî ku li navenda Efrînê revandin qetil kirin. Diyar bû ku çeteyan li navçeyên Şiyê û Şera jî gelek sivîl revandine. -
DAÎŞ xwe li stargehên li çolê vedişêre
Çeteyên ku piştî rizgarkirina Baxozê reviyan, eşkere bû ku xwe li stargehên li nava çolê kolan e vedişêrin. -
Dr. Kamûran Berwarî: Yên destpêkê têk biçin wê PDK û YNK bin
Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê axivî û hişyarî da PDK û YNK'ê. -
HRE’yê li Babê li dagirkeran da: 7 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Babê li artêşa Tirk û çeteyên wê da. Hate ragihandin ku di van çalakiyan de herî kêm 7 dagirker hatine kuştin.