Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê ciwanek qetil kirin

Çeteyên bi ser artêşa Tirk a dagirker ve, ciwanekî ku li navenda Efrînê revandin qetil kirin. Diyar bû ku çeteyan li navçeyên Şiyê û Şera jî gelek sivîl revandine.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê roj bi roj zêdetir dike. Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku duh koma çete ya bi navê Lîwa Weqas li navçeya Şiyê ciwanekî Kurd bi navê Şiyar Alîko (35) revand.

Çeteyên bi navê Cebhe El-Şamiye jî îro li navenda bajarê Efrinê ciwanê Kurd ê bi navê Hozan ê ji taxa Eşrefiyê revand û qetil kirin. Li gorî agahiyên berdest koma çete piştî kuştinê, malbeta Hozan tehdît kiriye.

Her wiha duh li navçeya Şera gundê Sarincekê koma çete ya bi navê Siqur El-Şemal hin welatî revandin. Diyar bû navê kesekî revandî Mistefa Kemal Mistefa ye, lê welatiyê din ên ku hatin revandin, navên wan nehat zanîn.