Dewleta Tirk bi hezaran berhemên dîrokî yên Efrînê dizî!

Dewleta Tirk bi hezaran berhemên dîrokî yên Efrînê dizî û bir Tirkiyeyê.

Li Efrînê 144 cihên dîrokî hene. Nebî Hûrî cihek dîrokî ye li Efrînê ye. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, çeteyan bi wesayîtên giran kolandin. Ev tê wateya şikestina parçeyên dîrokî mîna qizêz, fexar û tabloyên mozayîk.

Tevî wê jî şikefta El-Dîdriyê hate wêrankirin. Ev şikeft ji cihên herî girîng ku hatiye vedîtin tê hesibandin. Tê de hestiyê mirovê ji neslê Neyandertel a ku vedigre zêdetirî 100 hezar sal berê hate dîtin.

Ji cihên din jî yên ku bi temamî hatine wêrankirin perestgeha Eyn Dara ya dîrokî ye. Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran perestgeh kir hedef. Di encamê de deriyê sereke yê têketina perestgehê ji aliyê başûrê rojhilat ve wêran bû. Ev cih vedigere serdema klasîk.

Li gorî ku hatiye belgekirin, artêşa Tirk a dagirker piştî kolandinên di Eyn Darayê de kirine, komek peykerên din ji kevirê baziltî û hinek ji kevirê kilsî yê spî hatin dîtin.

Yek ji wan peykeran mîna ku di dîmenên li ser malperên civakî de hatine belavkirin de diyar dike, serê peykerê li rex bedenê peykerê hatiye avêtin û hîna zêdetirî nîvê bedenê peykerê ji kevirê baziltî yê reş xuya dibe. Kevirê baziltî madeya sereke di avakirina peykaran de û zemîna perestgehê hatiye bikaranîn.

Lê peykera din dişibe peykerên ku di dîwarên perestgehê de hatine xêzkirin. Tevî wê du peykerên din ji kevirê kilsî ye, yek wek serê mirovekî ye û ya din serê mirov e û bendenê lawiran e. Her wiha di dîmenan de tireksek ku di perestgehê dikole xuya dike.

Girê Cindirêsê yê dîrokî ku dikeve aliyê başûrê navçeya Cindirêsê, ew jî bi vekolandinan hatiye binpêkirin. Çeteyan ji bo derxistina kenz û parçeyên dîrokî ji bin erdê bi taybet ji aliyê başûrê gir ve, gir gelek kolandine. Tevî wê jî dagirkeran bargehên xwe yên leşkerî li lûtkeya gir ava kirine.

Li gorî hevserokê Gerînendeya Şûnwaran Hemîd Nasir dagirkeriya Tirk heta niha zêdetirî 16 hezar parçeyên dîrokî yên Sûriyê talan kirine. Piraniya wan ji şûnwarên Efrînê ne. Nasir diyar kir ku piraniya wan parçeyan di muzexaneyên Tirkiyê de ne.

35 girên dîrokî yên gund û navçeyên kantonê yên cuda, ji bingeha 92 girên dîrokî rastî vekolandinê û wêrankirinê hatin.

Ji wan: Girê gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabatayê, girê El-Dîdriyê rojavayê bajarokê Meydankî, girê Zivingê, girê Ibêdan, girê Sewan, Qurbe, girê Stêr, Ên Hecerê(Eyn Hecer), Kefer Rûmê, girê Cûmkê, girê Sindiyangê, girê Durumiyê û girê Meydankî.

Li gorî wêneyên ku hatin wergirtin, li ser girê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê çeteyên dagirker di vekolandinan de bildozerê bi kar tînin. Ev alav di du nuqeteyan de yek li başûrê lûtkeya gir û yek din li ser lûtkeyê xuya dibe.

Her wiha Dêra Marmaron a dîrokî ya ku di 2011`an de kete lîsteya parastina şûnwaran a UNESCO`yê ji cihên dîrokî yên ku hatiye talankirin û wêrankirin e.

Dagirkeriya Tirk gelek tabloyên mozaîk ên kevnar ji Xirabê Zira yê gundê Tirmişa û gundê Elbîskê yê navçeya Recoyê dizîne. Her wiha çeteyan girê Avrazê yê navçeya Mabatayê kolandin. Ev gir kevnar û dîrokî ye.

Tevahiya cihên dîrokî yên ku niha di bin serweriya dagirkeriya Tirk de têne binpêkirin. Lê cihên dîrokî yên di 4 gundên navçeya Şêrawayê hene bi hewcedariya parastinê ne.

Tevî ku Gerînendeya Şûnwaran a girêdayî rejîma Sûriyê bi daxuyaniyekê talankirina dagirkeriya Tirk şermezar kir jî, lê bicihbûna hêzên xwe di perestgehên dîrokî de li gundê Dêr Mişmişê û gundê Mezin paşguh kir.