BI DÎMEN

Tîjda Zagros li Leipzigê hate bîranîn

Gerîlaya enternasyonalîst Tîjda Zagros (Kelly Freygang) ku 29'ê Nîsanê di êrîşa dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Leipzig ê Elmanyayê hate bîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd-Elman (Nav-Leipzig) pêk hat.

Çalakî di şexsê Şehîd Tîjda Zagros de bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir û bi axaftinan dewam kir.

Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan (Komaw) Agîd axivî û got, "Em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û xwedî li têkoşîna wan derkevin."

Hevserokê FED-Kurdê Menderes Cange jî anî ziman ku li gel banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo, agirbest û biryarên kongreyê yên PKK'ê êrîş dewam dikin û got, "Ji bo li Tirkiyeyê pêvajoyek bi rê ve biçe divê êrîş, komkujî û qirkirin bê rawestandin."

Bîranîn bi dirûşmên 'Şehîd namirin' bi dawî bû.