Rêveberiya Xweser nerazîbûn nîşanî gefên rejîma Tirk dan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk bi êrîş û gefên dagirkeriyê dixwazin hewldanên çareseriya krîza Sûriyeyê têk bibe ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya daxuyaniyeke nivîskî da, êrîşên dagirkeriyê, gef û zêdekirina leşkaran a dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Tirkiyê bi siyasetên xwe yên dagirkirina herêmê hewl dide ewlehî û armaniya herêmê têk bibe. Gefên Tirkiyê, şandina qeweta leşkerî li sînorê herêma Girê Spî, her wiha fefên wê yên li ser herêma Til Rifetê ya ku bi hezaran koçberên ji xelkê me yê Efrîn û Şehbayê hewandiye berdewama siyaseta dagirkerî û têkbirina ewlehiyê ye, di heman demê de têkbirina xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Dîsa jî hewldaneke ji AKP‘ê ye ku alozî û pirsigrêkên xwe yên hundirîn ên siyasî û aborî jî di nav de li her qadê asê bûye, derbasî derve bike. Krîza hundirîn a Tirkiyê encamên siyasetên tewş ên AKP‘ê ne, bi taybet piştî binkeftina wê di hilbijartinan de. Erdogan ji ber binkeftina xwe hewl dide tolê ji derdorê hilîne û bi rêya xapandinê û destekdayîna bi çeteyan li Sûriyê re hem çavên raya giştî ya Tirkiyê ji krîzê dûr bixîne û hem jî aloziyê li Sûriyê derxîne da ku armancên xwe pêk bîne.

Encamên destwerdanên Tirkiyê di herêmên derdorê de, li Lîbya û Iraqê jî êdî eşkere bûne, ev yek diyar dike ku dewleta Tirk dixwaze van herêmên parçe bike, ji ber vê yekê nakokiyan derdixîne û gûr dike ku karibe li ser hesabê hêviyên gelan siyasetên xwe li herêmê pêk bîne. Ev siyasetên tolhilînê yên dewleta Tirk û hewlanên wê yên derxistina aloziyê li herêmê wê pirsgirêkên mezin di hundirê Tirkiyê de jê re derxîne, bi taybet piştî ku hevsengiyên xwe yên siyasî winda kirin.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim teqez dikin ku diyalog rêya tekane ya çareserkirina aştiyane ye, lê em bi ti awayan gefên Tirkiyê yên li ser herêmên xwe qebûl nakin. Bi navê pêkhateyên gelê xwe ,em bang li raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekûbyî, Yekîtiya Ewropa û aliyên hiqûqî dikin ku li hemberî kiryar û dagirkirina herêmên Sûriyê û gefên wê yên domdar li ser gel û herêmên me helwesta zelal bikin. Gelê me bi hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna ewlehiyê û çareseriya demokratîk ji bo tevahî Sûriyê dixebite.

Lewre divê hemû hêzên demokrtîk û raya giştî ya Tirkiyê ji bo bisînorkirina çarçoveya pirsgirêkên li Tirkiyê yek seknê bisekine, her wiha divê fişar li Erdogan were kirin ku destwerdanên xwe di karûbarên herêmî û derxistina pirsgirêkan bisekinîne û rêya diyalogan bi hêzên demokratîk re vekin. Herî dawî em teqez dikin ku em gel û destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Demokratîk a rasteqîn ku bingeha herî girîng a çareseriya niştimanî li Sûriyê ye diparêzin."