Li Los Angelesê protesto dewam dikin
Li gel yekîneya Muxafizên Neteweyî ya ji 2000 kesî ku bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump hate şandin, li Los Angelesê çalakiyên şermezarkirinê roja Yekşemê jî dewam kirin.
Li gel yekîneya Muxafizên Neteweyî ya ji 2000 kesî ku bi fermana Serokê DYE'yê Donald Trump hate şandin, li Los Angelesê çalakiyên şermezarkirinê roja Yekşemê jî dewam kirin.
Veguhestina leşkerî ku li gel îtiraza rêveberiya xwecihî bi fermana Trump hate kirin, rageşî kêm nekir. Li navenda bajêr li nêzî cihekî binçavkirinê, çalakgerên ku alên Meksîkayê hildan û dirûşmên li dijî Daîreya Muxafaza Gumrukê û Koçberiyê (ICE) qîriyan û hêzên ewlekariyê bi hev ketin. Rêya bejahî ya bi hejmara 101 ji aliyê xwepêşandêran ve ji du aliyan ve li trafîkê hate girtin.
Polîsan ji bo vekirina trafîkê hewl dan çalakgeran belav bikin. Hin xwepêşandêr rûniştin, hinekan jî ji ser pirê cisim avêtin polîsan. Bi helîkopteran anons hate kirin û ji xwepêşandêran hate xwestin, ku herêmê biterikînin. Li derdora avahiya şaredariyê jî bi piştgiriya polîsên siwarî destwerdan hate kirin.
Departmana Polîsan a Los Angelesê ragihand u roja Yekşemê 10 kes hatin binçavkirin, rojek berê jî 29 kes hatin binçavkirin. Sê polîs jî bi sivikî birîndar bûn. Bi taybetî li taxên ku nifûsa xwe bi giranî Latîn e, du roj in bûyerên tundiyê û xwepêşandan dewam dikin.
Muxafizên Neteweyî yên ku Trump şand hîn li kolanan xuya nekirin. Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom diyar kir ku ev biryar wê rageşiyê hîn zêde bike.