Di êrîşa li Derayê de 4 leşkerên rejîmê mirin
Li bajarê Dera yê dikeve başûrê Sûriyeyê li dijî wesayîta leşkerî ya hêzên rejîmê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 4 leşker mirin û 14 leşker jî birîndar bûn.
Li bajarê Dera yê dikeve başûrê Sûriyeyê li dijî wesayîta leşkerî ya hêzên rejîmê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de 4 leşker mirin û 14 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rûssîa Today’ê li nêzî taxa El Dahiyye ya bajarê Derayê wesayîteke leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê bû hedef. Di êrîşê de 4 leşkerên rejîmê mirin û 14 leşker jî birîndar bûn.
Roja 13’ê Tîrmehê jî li herêma Derayê dema hêzên Rûs dewriye digeriyan mayîna berê hatibû çandin teqiya û di bûyerê de tiştek bi kesî nehatibû.