Kurdan pêşengtî ji şoreş û berxwedana sedsalê re kirin

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Evdilrehman Hemo geşedanên 7 salan ên Şoreşa Rojava û guhertinên ku çêbûne ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê Kobanê, Efrîn, Dêrik çirûska şoreşê veda. Ligel ku li dijî rejîma faşîst hejmara berxwedêr û serhildêran kêm bû, destaneke berxwedana dîrokî hate nivîsandin. Ev berxwedan bi serhildana hemû pêkhateyên herêmê û bi pêşengtîya Kurdan hate destpêkirin. Ligel ku derfet kêm bûn û gelek şehadet hatin kirin jî, berxwedêran tu carî stûyê xwe xwar nekirin û îradeya xwe nîşanî cîhanê dan.

Evdilrehman Hemo diyar kir ku 7 sal ji ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê derbas bûye û got ku “Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê çirûska şoreşê ava bû û yekemîn çirûska şoreşê li wir vêket. Di demê de rêxistinek hebû û jin û ciwanan pêşengtiya wê şoreşê dikirin. Wê demê 19’ê Tîrmehê deng veda. Wê şaş be ku mirov destpêka şoreşê wekî 19’ê Tîrmeha 2012’an de bide destpêkirin. Ji ber ku beriya 2012’an jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zemîneke rêxistinkirinê hebû ya ku bi salan dihate meşandin.

ŞOREŞA ROJAVA BI PÊŞENGIYA KURDAN Û DOSTÊN WAN HATE AVAKIRIN

Nivîskarê Kurd, Evdilrehman Hemo da zanîn ku gelê Kurd û gelên din ên wekî Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez û Tirkmen beriya 19’ê Tîrmehê jî dostaniya Kurdan bi van pêkhateyan re hebû.”

Hemo got ku “Bi hatina PKK’ê re tevna civakî ya heyî zêdetir polîtîze û siyasî bû. Bi vî rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejînek çêbû. Vejîna di warê neteweyî, çandî, wêjeyî de çêbû. Pêre jî vejîna jin û ciwanan çêbû. Êdî jinek an jî ciwanekî dikaribû bigota ez pêşengê civakê me. Beriya PKK’ê jî bandoreke Kurdewarî li ser civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebû, lê ne mezin bû. Tevgera PKK’ê bi rêbazên xwe yên zanistî û tecrubeyên xwe yên zanistî di nav civakê de refleks çêkir. Rêber Apo 20 salan li Sûriyeyê ma û netewe çi ye, bersivên rast dida vê pirsê.

ÊDÎ NABE KU REJÎMEKE NAVENDÎ HEBE

Ne mumkun e ku rejîmeke navendî hebe ku, van pêkhateyan karibe di nava xwe de bihewîne. Ji ber vê jî dema di nav rejîmê de valatî çêbû, van pêkhateyan serî hildan. Rejîmê êrîşî wan dikir, di êşkenceyan de ew şehîd dikirin. Pêşengên Kurdan tu carî dev ji xebat û têkoşîna xwe bernedan û bi paş ve gav neavêtin. Di 12’ê Adara 2014’an de rejîma faşîst xwest pêkhateyan bixeniqîne. Li Qamişloyê Kurdan serî hildan û gotin em vê yekê qebûl nakin. Di sala 2004’an de li Qamişlo serhildanê dest pê kir. Ji ber serhildanê di nava 20 rojan de rejîm li wir nema. Di 2004’an de jî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bû û bi rastî ew tirs û qalibên sîstema navendî şikandin û ser hildan. Lê bele mixabin ew opozisyona Erebî ya ku îro qaşo navê xwe dike opozisyona rêjîmê wê demê ji bilî ku li aliye Kurdan bisekine û wê rêjîmê têk bibin û rêjîmekî demokratîk ava bikin ew opozisyona ku roja îro zimanê xwe li kolanên Istenbolê dirêj dikin û bi navê welatparêziyê axaftinê xwe difiroşin gel, di 2004’an de wê demê zemîn hebû ku li kêleka Kurdên ku serî hildane û li Bakur, Rojhilatê Sûriyê li dijî rêjîma navendî sekinî bûn.”

ŞOREŞA SÛRIYE DI SALA 2004’AN DE PÊK HAT

Siyasetmedar Ebdilrehman Hemo got ku “ Pêwîste em vê yek fam bikin beriya şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an gelê Sûriyê û bi tayîbet bi pêşengtiya Kurdan nêzî 20 salan bû ku siyaseta bi wate dikir. Li ku dere valatî heba serî hildida, him bi veşartî him jî ber çavan. Ji bo vê yekê ev Kurd di Sûriyê de ev nêzî 30 sal zêdetir bi pêşengtiya Tevgera Azad re Kurd politîze bûn û pêşiya xwe didîtin. Ji bo vê yeke jî pêwîst e em bizanibin ku beriya 19’ê Tîrmehê şoreş hebû di heman demê de gelek perwerdekirî û rêxistinkirî hebû û gelek ku ji hemû aliyan de vejînkirî hebû û nexşe riya wê diyar bû. Ji bo vê yeke jî gel amade bû ku tirsa heyî were şikandin û yekser tijî bike. Xort û keçen Kurd yekser piştî îlankirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an valatiyên heyî dagirtin. Ne tene di warê ewlekarî de dagirtin, di aliyê sazîbûn, siyasî, çandî,çandinî, aborî, asayîşa hundirîn, rêvebirina civakê de di hema demê de di warê hişyarbûnê de valatiyên heyî dagirtin.

Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de ew saziyên rêjîmê yên ku ji mafên gel û welatin kesî ew sazî xirab nekirin, berovajî vê yeke bi zimanekî xweş û fikrekî xweş, ew saziyên ku milkê civakê ne ciwan bi zihnekî demokratîk bi rêve birin.”

JI DÊVILA RÊXISTINKIRINÊ FIROTIN

Ebdil Rehman got ku “Li cihên din yê Sûriyê cihên ku opozisyonê rêjîm derxistin destpêkê berê xwe dan saziyan û xirab kirin tiştên di hindrê wê de ji bo xwe firotin û talan kirin, li cihê ku wan saziyan têxin xizmeta civakê ji bo xwe firotin û talan kirin, lê bele li hela Bakur û Rojhiltê Sûriyê berovajî vê yeke bû.

Ji bo vê yeke pêwîst e em şoreşa 19’ê Tîrmehê bi vî rengî binirxînin, di hemû aliyan de vejînek hebû di valatiyan de ev vejîn çêbû û bi rêxistin bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ew şoreş vegerande sazîbûyînê, êdî civak bi modela xwe bi xwe, xwe temam bike û bi sîstema xweseriya demokratîk, gel ev yek hembêz kir.”

Hemo da diyarkirin ku Li hin cihên din hineka bi navê şoreşê talanî kirin, lê belê li Rojava û Bakur, Rojhilatê Sûriyê jî avabûn çêbû û heya roja îro ev şoreş ji hemî aliyan de dikare xwe bi wate bike.

Hemo got “Neyaran ev yek dîtin û di serî de rêjîmê jî ev yek dît û dijminên ku azadxwazî, aştî,demokrasî naxwazin di serî de dewleta Tirk û dewletên şovenîst û kesên ku naxwazin ku pêşeroja Sûriyeyê, Sûriyeyek demokratîk were avakirin, ev zihniyeta nûjen dîtin, gotin: Eger em bi vê zihniyeta demokratîk ya ku van pêkhateyan hemûya li dora xwe kom dike û xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin, em ber wan vekin û ji wan re nebin asteng wê demê wê hemû tiştên li Sûriyê ji destê me biçin û ev yek ji xwe re tehlûke dîtin û gotin: Gereke em nefesa we biçikînin.

Tiştên kudi şoreşa Sûriyê de derketine holê li tu cihekî din derneketiye û nehatiye dîtin, li cihê ku opozisyon û her kes berê xwe bide sîstema rêjîma hişk û navendî û birûxîne û siberojeke nû ava bike, berê xwe dan tecruba demokratîk ji bo ku wê bixeniqînin û çirûska wê negihêje hemû Sûriyeyê.

‘EM Ê SÛRIYEKE NÛ AVA BIKIN’

Hemo got Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes em ê bi hev re Sûriyek nû ava bikin, bê ku em bêjin baweriya te çi ye an jî zimanê te çi ye. Ji ber ku em despêkê ji Sûriyê ne, piştre nerîna me ya siyasî heye, lê belê mixabin ew kesên ku navê xwe kirin opozisyon û li kolanan gerefêtan li ser xwîna şehîdan dişidînin û fonan digrin wan kesan gotin ‘Yê herî xeter ji me re ev kesên ku demokrasiyê dixwazin û yên ku zemîna wê ava dikin yê xeter ji bo me ew in ne rejim e, ji bo vê yekê dev ji rêjîmê berdan û berê xwe dan vê tecrubê.

2012’an di 19’ê Tîrmehê de li Kobanê şoreş çêbû. Di meha 11’an de piştî wê bi alîkariya Erdogan bi navê Artêşa Azad yên ku bi rastî ne artêşek azad bûn, di kokên xwe de Îxwan bûn û pişta wan li qayidê bûn û îro jî bi xwe Îxwan in. Di şevekê de hemû çekdarên bi navê opozisyonê û xwe dikin Artêşa Azad û qaşo li dijî rêjîma dagirker tekoşîn dikirin dev ji Şam, Heleb, Himis, Hema û ji rêjîmê berdan û hemû eniyên xwe vala kirin, li ser Dîlokê re hatin Serê Kaniyê û di şevekê de dewleta Tirkiyê 5000 çekdar di deriye sînorê Serê Kaniyê re derbasî axa Rojava kirin.

Siyasetmedar Hemo da diyarkirin ku wê demê ez li wir bûm û berpisyar bûm, me dixwest em fam bikin ev çi dixwazin, ji ber ku li Serê Kaniyê ji xwe rêjîm tune bû. Tenê ciwanên Serê Kaniyê bajarê xwe bi rêve dibirin, lê belê wan digotin, ‘rêjîm li vir e, em hatine rêjîmê derxin.’ Me jî got, ‘Baş’e we eniyên xwe hemû vala kirine karê we li vir çi ye?’. Gotin, ‘’Divê em rêjîmê derxin.’’

‘BI NAVÊ DERXISTNA REJÎMÊ DIXWESTIN AXA ME DAGIR BIKIN’

Me jî wê demê ji wan re got ‘’Mebesta we ne rêjîm e, eger rêjîm be rêjîm eniya wê diyar . Li vir rêjîm tune ye, hûn bi mebestên din hatine vir. Hûn dixwazin vê tecrubeyê bifetisînin û valatiya ku ciwan tê de xwe bi rêve dibin, hûn dixwazin pêşî lê bigrin. Vê yeke nekin, eger dewletên cîran di serî de Tirkiyê dixwaze we bişîne ser Kurdan bi navê ku Kurd dixazin dewletekê çekin û Sûriyê parçe bikin wê demê hûn têne leyîstokan. Ji bo vê yekê nekin. Lê belê guhdar nekirin û me hewil da ku em wan nexin li himberî xwe lê belê 2 yan 3 roj nebûn me dît ku berê xwe dan Dirbêsiyê, Amûdê û Til Temir û digotin em ê biçin. Me got, ‘’Hûn bi kû ve diçin li vir em in, kesekî din nîne hûn hatin çi. Wê demê me dît ku hatine me dagir bikin bi navê Îxwan, û gotin, ‘’Ev erdÊ misilmanan e, em jî eskerê misilman in û eskerê xwedê ne û erdê xwedê tu carî sînor jê re tune ye û heya axa xwedê heye, em ê jî eskerê xwe deyînin û bimeşin û em tû kesî nas nakin.’’

Me jêre got, ‘’Bi vî rengî nabe em du hêz in, ya hunê li vir bin yan jî em ê li vir bin û em herdû jî li dijî opozisyonê ne û tu qaşo nav li xwe dikî opozisyon, lê belê tu ne opozisyon î. Tu Tirk î, lê belê ez opozisyon im.

Eger tu yê di bin sîwanekî de bi me re tebikoşî, wê demê em hene, lê belê eger tu dixwazî di bin navê opozisyonê de dagirkriyê li ser me bikî wê demê em qebûl nakin.

Wê demê ji min re gotin, yekî ji Libyayê bû û ser çavên wî girtî bû. Got, ‘’Em û we em ê her şer bikin. Di wê demê de dixwest bêje Kurd, lê belê got ‘’Herî baş em aniha şer nekin, ji ber ku em şer bikin wê şerê me zû xilas nebe û yan em ê we tune bikin an jî hunê me tune bikin. Min jê re got, ‘’Tu ji kur hatiye, em te nas nakin, lê belê em zarokên vê erdî ne û bi salan e sembola vê axê li esman e, û dîroka wê heye Kurd, Ereb, Suryan û her wekî din bi hevre dijîn, lê belê tu insanek biyanî yî, ev civak te nas nake, lê em zarokên vî welatî ne.’’

EGER HÛN WELAT DIXWAZIN WÊ CIVAK JÎ XWEDÎ REFLEKS BE

Ebdil Rehman Hemo da diyarkirin ku wê demê ji wan re gotin, ‘’Eger hûn bi zorê dixwazin werin û vî welatî dagir bikin, ev welat jî wê rêflêksa wî hebe, lê belê got, ‘binere em aniha bi hev re nakevin şer lê şerê me wê her çêbibe û wê dirêj bike û bi xelaskirina yek ji me wê xelas bibe.’’ Ev axaftin yê emîrek ji emîrê wan bû, piştî gotina wî bi rojekê em ketin nava şer ev yek di 18’ê meha 11’an de hat kirin.

Me û Îxwan yên tundrew yên ku piştre navên wan bûn Cebhet Elnusra piştre bûn DAÎŞ niha jî nizanim navê wen çi ne.

Şerê me bi wan re di 18’ê meha 11’an yê sala 2012’an dest pê kir heya 23’yê Adara 2019’an, li Baxozê xilas bû. Şoreşa Rojava û 19’ê Tîrmehê ev destkeftî bi xwe re anî ku neyarên azadiyê û neyarên demokrasiye di 2019’an de ketin ferqa wê ku em Sûriyek çawa ji bo pêşerojê dixwazin, ji bo vê yekê wan yekser dev ji rêjîmê berdan û gotin, ‘’rêjîm ne xeter e, sîstemekî yek reng esas digire, ji bo wê dikarin pêrê îdare bikin û ketin tifaqê.’’

PIŞTÎ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ HÊZÊN TARÎ KURD JI BO XWE TALOKE DÎTIN

Nivîskar û siyasetmedar di berdewamiya axaftinê xwe de got, ‘’Hêzeke ku nû ye dînamîke şoreşê çêdike û şoreşê di nava şoreşan de ava dike ciwanan kom dike rêxistinekê ava dike. Ew xeterî piştî îlankirina 19’ê Tîrmehê dîtin û bi wî rengî êrîş kirin û xwestin ku nehêlin deskeftên şoreşê mezin bibin.

Ew opozisyonên ku qaşo navê xwe dixin opozisyon, enerjiya pêkhateyên ku demokrasiyêdixwazin serif kirin, neyaran serif nekir.

Bı qasî ku wan li dijî netewa demokratîk şer kirin rêjîma şowînîst şer nekirin, bi qasî ku wan darê xwe xistin pêşiya tekela demokrasiyê û azadiyê, tu kêsekî din nekir, ev tê wateyê ku şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke wiha bû, ku di gava xwe ya yekem de gavên demokratîk û wekheviyê avêtin, gavên ku xwe bi xwe xwe bi rêve bibe û bibe vînek avêt û hêza xwe ya rewa avakir û eger êrîş werin, bikaribin parastina rewa ava bikin.’’

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ DIKEVE SALA XWE YA 8’AN

Îro şoreşa 19’ê Tîrmehê sala xwe ya heftemîn tijî dike û dikeve sala xwe ya heştemîn. Ev yek ji dijmin re da nişan dan, heya roja îro jî bi navê Ceyîş Elhur an jî (Artêşa Azad) êrîş kirin nekarîn tiştek bikin û tev ji Serê Kanioyê derketin û ji wir hatin paqijkirin, piştre bi navê Cebhet El nusra hemûxeta Xabûr, Çiyayê kezwan heya Mebrûka, Girê Sipî û Serê Kaniyê hatin paqijkirin.

Vê carê bi navê DAÎŞ’ê xwestin tecrubeya netewa demokratîk û xweseriyê têk bibin, vê carê gotin, ‘We li Kobanê şoreşa 19’ê Tîrmehê îlan kir em ê jî vê carê bi hemû hêza xwe êrîş bikin û ew şoreşa we çêkiriye em ê binpê bikin, bifetisîninin, ev yek peyamek bû.’’

Di 15’ê Îlona 2014’an de DAÎŞ xwe bi vî navî bi nav kiribû, ew kesên ku 2012’an bimin re axivî bûn, ew heman kes bûn yên ku 2014’an kesên ku êrîşî Serê Kaniyê kiribûn, heman kes êrîşî Kobanê kirin û di heman demê de heman kes bûn ku di 2018’an de êrîşî Efrîn kirin.

TIŞTÊ KU DI WAN DE HATIYE GUHARTIN TENÊ NAVÊ WAN E

Navên wan jî ew bi xwe her pênc deqan diguherin, lê belê heman zihniyete û heman kesayet e.

Kesên ku bi wê hêrsê û kînê êrîşî tecrubeya netewa demokratîk kirin û êrîşî serkeftên şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin, bila cîhan hemû bizanibe, ma di Kobanê de çi heye mîna Mûsilê depoyên pera ne bûn, mîna Kerkûk û Mûsil bîrên petrolê nebûn, li Kobanê tu xêrek ku çavên van çetan bikşîne tune bûn ku biçin bigrin nebû.

Kobanê bajarek ku bi qasî xwe ye, bi çandinî, sewalî, xwe bi rêve dibirin û piranî kedkar bûn, lê belê êrîşa wan ne ji bo birçîbûn û aboriyê bû. Lê belê berê her dem reklam dikirin ku DAÎŞ cihê ku dewlemendî hebe êrîşî wir dike, lê belê li Kobanê ev yek tune bû. Li Kobanê tenê çirûska azadiyê û şoreşê hebû, li wir tecrubeya bi hev re jiyanê hebû.

BI DERFETÊN KÊM Û VÎNA MEZIN GELÊ SÛRIYÊ LI HEMBERÎ TARIYÊ XWE ISPAT KIR

Ebdil Rehman Hemo da diyarkirin ku DAÎŞ’ê bi alîkariya hêza dewleta Tirk ya faşist û pereyên Qeterê, li pişta Sûriyê dev ji her tişt berda, lê belê hema kesên ku pêşengtiya şoreşê kirin dev ji riya xwe bernedan û bi hejmarekî herî kêm û bi îrada herî mezin li himberî hêza tarî ya ku istixbarata dewletan têde bûn, di serî de Tirkiyê, ya ku koorrdîna wê MÎT’a Tirkan bi xwe bûn. Zêdeyî 104-105 rojan ew ciwanên ku şoreş damezrandibûn bi hêz û derfetên xwe yên biçûk bi hêza xwe li himberî hêzên tarî sekinin û bi rihê Arîn Mîrkan karibûn hemû tarîtiya navdewletî ku di serî de dewleta Tirkiyê li pişt têk birin û şikandin û Kobanê rizgar kirin.

Heman demê de ew namedan li Kobanê çirûska şoreşê damezrand û deskeftên şoreşê parast û got, ‘’Ev rê riya rast e. Ji bo vê yekê hemû dinya yê berê xwe da Kobanê, Emerîka, Elmanya û sermayên cîhanê xwe bere dan Kobanê heya dewletên ku li pişta DAÎŞ’ê bûn, dev ji DAÎŞ’ê berdan û berê xwe dan Kobanê û xwe avêtin ber lingên ciwanên Kobanê.

Her kesî got ku eger insan hebin ev in, yê demokrasiye pêk bînin ev in û yê ku Sûriyeyeka aşîtyane ava bikin ev in, yê herî rast em xwedî li wan derkevin, dev ji tarîtiya DAÎŞ’ê berdan. ,

Ev destkeft di roja îro de zemînek ku çavê cîhanê hemû li ser Sûriyê vekir. Rihê 19’ê Tîrmehê ava kiriye hişt ku her kes pê rê bikene û pêre bigrî.

Hemo di berdewamiya axaftinê xwe de got, ‘’Heya aniha diyar e ku roja Kobanê ya cîhanî û berxwedana Kobanê tê pîrozkirin. Hêzên tarî û kesên ku qaşo navê xwe dikirin opozisyon derbe xwarin. Mîna ku çawa di Serê Kaniyê de derbe xwarin dewama wê ku çawa paşpaşkî reviyan û şikestin.

Di 2014’an de gav li pişt gavê avêtin heya hatin li Baxozê di aliye leşkerîde têk çûn. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku em roja îro bi bîr tînin ku di oxira wê de bi hezaran ciwanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd ketin û bi qasî wan birîndar bûn û bi derfetên herî zehmet dikarîn debara jiyana xwe bikin û dev ji axa xwe bernedan.

EM AXA XWE BIXWIN JÎ EM DEV JI AXA XWE BERNADIN

Hemo di dawiya axaftinê xwe de got ‘’Ruxmî amborgaya ku dihat li ser vê tecrubê dîtin ku bi leşkerî nikarin. Ambargo li ser wan danîn û her tişt li ser qut kirin û şoreşa 19’ê Tîrmehê bi israr ji ambargo re got: ‘’Em ê axa xwe bixwin, lê em ax û welatê xwe bernadin. Silogana wan ev bû, ji bo vê yekê civakê dev ji jiyana xwe berda dev ji xweşiyê berda, tenê silogana wan ew bû ku (deskeftên ku me bi dest xistine em ê mayinde bikin)li ser vê astê fedekariya ku wê civakê nîşan da di roja îro de bû politika, bû deriyên dîplomasiyê û di heman demê de bû deriyekî rêxistinî. Ev fedekarî dû mînakek û sembolek ku her kes û bi hezaran kes ji sed hezaran kîlometre tê û li deriye Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixin û dibêjin: Em jî dikarin we nas bikin, ji ber ku vê tecrube û ev deskeft ji mirovahiyê re tişt isbat kirin û bi qasî mirovahiyê xwîn dan û bi qasî bedela cîhanê ked dan.

Kesên ku bi sextekarî bengewaziya demokrasiye dikirin wan dan xuyakirin û derxistin pêş, demokrasiya rasteqîne çiye û çi jê re tê xwestin ji bo oxira wê bedel dixwaze ji cîhanê re ispat kir.

Ji bo vê yekê eger mirov bêje Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê an jî şoreşa 19’ê Tîrmehê her kes radibe xwe rast dike û jê re rêz digre ew bi xwe bû. Ev li pişta wê felsefeya Rêber APO hebû û depoyek rêxistinî ku Tevgera Azadî ava kiriye hebû û di heman demê de li pişta wê Kurdek ku siyaset baş nas dikir û xweşik pênase dikir hebû.

Pêşengtiya Kurd ya ku bi birayên xwe re belav kir û bi hev re sîstemek netewa demokratîk û xweseriya demokratîk de xwe kirin yek, di her milî de dikaribûn bibin modela nîqaşê, îro ev deskeftî ne bi milyonek insan, bi şeş heft milyon insan di bin destê vê tecrube de ye û di bin destê vê deskeftiyê de ye.

100 ji 30’yî yê insanan ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê wan bi rê ve dibe. Kobanê bi 30-40 hezar insan, îro di sed hezar insan xaka Sûriyê bi rêve dibe, ji bo vê yekê jî şoreşa 19’ê Tîrmehê di rojekî wisa de ye ku em bi bîr tînin û pîroz dikin, deskeftên gelekî mezin bi dest xistin û êdî em gelekî hişyar li pêşiya xwe dibinin ev ji hemû aliyan de navê xwe şoreşê û beşekî serdema 21’an ku em ji xwe re mînak bigrin ew şoreşa Rojava û Bakur,Rojhilatê Sûriyê ye.’’