Çeteyên Enqerê 3 sivîl li Cindirêsê revandin
Komên girêdayî rejîma Tirk a dagirker, li Cindirêsê yek jê kal 3 kes revandin.
Komên girêdayî rejîma Tirk a dagirker, li Cindirêsê yek jê kal 3 kes revandin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, li gundê Şadir Nûrî Cimo Eşref ê 60 salî ji aliyê koma çeteyên bi navê Feylaq El Şam ve hate revandin. Ji heman gundî du kesên din jî hatine revandin, lê navê wan nehate zanîn.
Zext û êrîşên sîstematîk ên li dijî sivîlan di hefteyên dawî de zêde bûne. 15’ê Tîrmehê heman koma çete li gundê Îska Mehemt Cemal Xelo, Omer Cûma Naxo û Omer Mihemed Nazo revandibûn.
11 û 12’ê Tîrmehê jî li navçeyên Şera, Mabeta û Cindirêsê jî çeteyan bi ser gelek malên Kurdan de girtin û bi kêmanî 10 kes revandibûn.
7’ê Tîrmehê li navçeya Cindirês a Efrînê jî bav û kur ji aliyê çeteyên rejîma Enqerê ve hatibûn revandin.
Rejîma Tirk û komên çeteyên wê li Efrînê ji serê meha Hezîranê û vir ve bi sedan kes revandine. Kesên hatine revandin bi metirsiya kuştin û êşkenceyê re rû bi rû ne, gelek kes jî ji bo girtina fîdyeyê tên revandin.