'19'ê Tîrmehê pêkhatina xewn û xeyalên azadiyê ye'

"Dayikan digotin; 'heta em şoreşê nebînin, zarokên me civaka xwe neparêzin em namirin'. Dema ku di rawestgehan de şervanên xwe didîtin didan ber tilîliyan, ji ber ku xeyalê wan pêk hatibû."

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 19'ê Tîrmeha 2012'an heft sal li pey xwe hişt û kete sala heyştan. Ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Meryem Kobanê ku yek ji şahid û pêşengên pêvajoya şoreşê ye, qala Şoreşa 19'ê Tîrmehê û destketiyên gelan kir.

'ŞOREŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞOREŞA JINÊ YE'

Meryem Kobanê derbarê salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bal kişande pêşengtiya jinê û rihê têkoşînê wiha vegot: "Di pêşengtiya jinê de şoreşa Rojava ji bo gelan bû hêvî. Di asta civakî û rêxistinkirinê de şoreşê bi pêşengtiya jinê dest pê kir. 19’ê Tîrmêhê bi ruhê yekbûna gelan Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li ser xaka pîroz ji bo afirandina jiyaneke azad dest bi meşê kir. Dema ku li hemû bajarên Suriyê bihara Ereban dest pê kir wê demê bi taybetî li gelek welatên wek Misir û Tinusê, tevgerên şoreşê rû didan, lê belê piranî bi desthilatdariyê hatin tepisandin. Lê belê me di xeta sêyemîn de projeya 'civaka demokratîk' danîn ber xwe û dest bi têkoşînê kir. Wê demê di hedefê me de tenê tinekirina desthilatdariyê tine bû. Bêguman armanca me di nava civakê de avakirina rêxistinbûneke xurt bû, lewra em bikaribin têkoşîna azadiyê bi awayekî xurt bimeşînin, lingê esasî yê parastinê, civaknasî, aborî, perwerdehî û leşkeriyê biafirînin. Heke li Rojhilata Navîn bi armanca avakirina pergaleke nû ya civakî tevgerek çêbibe teqez berî her tiştî pêwîstî pê heye ku civak, li ser esasê parastinê bê înşakirin. Di destpêka şoreşa Rojava de beriya pêngava 19'ê Tîrmehê, hêza esasî ya ku me ji xwe re kir armanc; xilaskirin û parastina xakên Kurdan ji destê rejîmê bû. Bêguman ev mafekî xwezayî ye, lewra gelê Kurd gelê herî resen e, ku li xaka Rojhilata Navîn dijî. Di pergala me ya rêxistinkirinê de xaleke herî esasî jî parastin bû. Destpêkê bi parastina îradeya gelan, tax û kolanan re xebat hatin meşandin. Hêzên hegemon li ser xaka Suriyê destwardan dikirin û di nava Suriyê de jî aloziyeke dijwar hebû. Vê yekê jî rê li pêşiya parastina civakî vedikir. Diviyabû me parastina civakî esas girtibaya."

'AVAKIRINA RÊXISTINBÛNEKE XURT BINGEHA TÊKOŞÎNÊ BÛ'

Di dewama axaftinê xwe de Meryem Kobanê bal kişand li ser rêxistinbûn û parastina şoreşê û got, "Destpêkê rêxistinbûna YXK'ê hate avakirin. Lê bi demê re êrîşên tund bi navê hêzên muxalîf û rejîmê li gelê Kurd zêdetir dibûn, ji ber vê yekê diviyabû bi lezgînî pêngavek ji hêla tevgera me bihata kirin. Heke li ser xakekê şer hebe û tu nikaribî baş biparêzî tuyê di bin çerxê wî de bimînî. Me jî ev xeteriyê ji bo gelê xwe didît. Ne tenê ji bo gelê Kurd lewra li Rojavayê Kurdistanê ne tenê gelê Kurd heye, di heman demê de gelên; Asurî, Suryanî, Keldanî, Ermenî û Turkmen jî hene. Heman awayî ji aliyê rejîma Baasê ve ji bo ku di navbera gelan de nexêrxwaziyê bide ava kirin, bihêle nakokî her demî zindî bin, ji gelek bajarên Ereban Ereb anîne ser xakên Kurdan da ku kemera ereban ava bikin. Dema ku hemû pêşketinên heyî digirtin berçav wê demê me didît ku heke rêxistineke xurt neyê ava kirin wê tevahiya van dijberiyan li hember gelê Kurd rewşên gelekî xetere rû bidin. Eger di nava gelan de hevgirtin û tifaqên mayinde neyên çêkirin wê di nava gelan de şerekî dijwar pêk bê. Me xwe li ser çar lingên esasî bi rêxistin kir. A yekemîn; armanca me ne rijandina xwînê bû, wek her neteweyekê me jî mafên xwe yên xwezayî dixwest, lê me dît ku ev yek ji aliyê rejîmê ve nayê qebûlkirin. Me di bihara 2011'an de bi gelemperî hêza xwe li gelek deveran ava kir û ragihand. Di destpêkê de wek komên biçûk rêxistinbûna me pêk dihat û pêşengiya vê yekê jî jinên Kurd dikirin. Di nava taxan de rêxistinbûn bi pêş diket, piştre diviyabû hêza xwe mezintir bikin û tevbigerin da ku bikaribin parastina gel û civaka xwe bikin. Li ser esasê birêxistinkirina hêza xwe; bendên xwe yên kontrolê, malên gel, qadên perwerdehiyê hatin avakirin, pirsgirêkên civakî dihatin çareserkirin, dadgehên rejîma Suriyê bêkêr diman. Hêdî hêdî pergala rejîmê tenê şiklî dima, lewra civak xwe bi xwe hewl dida ku pergala parastinê ava bike, pirsgirêkên heyî bi rêya rêxistinkirina civakî çareser bike."

'ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGRÎ ESASÎ HÊZA GEL E'

Meryem Kobanê kelecana şoreşê ya di nava gelên Rojavayê Kurdistanê de nirxand û got; "Beriya rejîma Baasê ji herêmên me bê derxistin di nava gel de tirsek hebû. Ji ber ku dagirkerî û çewisandinekî bi salane li gelê Kurd hatiye meşandin hebû. Bi taybetî ji bo gelê Kurd heta niha ti xizmet nehatibû kirin. Gelek partiyên herêmî hebûn û ji hêza me bawer nedikirin û digotin 'hûn bi ser nakevin'. Lê belê em ji hêza gel bawer bûn, dema ku gel xwe bi xwe rêve bibe ti hêza dewletî li beramberî wê nikare bisekine. Berî ku em bajarê Kobanê ji destê rejîmê rizgar bikin li Qamişlo hin welatparêzên me girtibûn, me jî du serbaz bi tevî du leşkerê wan êsîr girtin. Dema me bi vî rengî parastina rewa kir wê demê di nava gel de hindekî nerazîbûn rû da, lewra ji rejîmê ditirsiyan. Ji ber ku heta niha rejîma Baasê bi hêza xwe re çewisandin û tepisandineke mezin ava kiribû. Piştre dema ku dîtin heta ku welatparêzên me bernedan me jî leşkerê wan berneda wê demê di nava gel de jî bawerî pêş ket. Vê çalakiyê hişt ku ew bi xwe jî hêza xwe binasin, lewra li Amûdê ciwanên Kurd, serleşkerê rejîmê ku gelek zilm li gelê Kurd kiribû girtin û gef li wî xwarin. Di rastiyê de zemînê xweparastinê hêdî hêdî xurt dibû. Di rastiyê de ger heqîqeta şoreşê bê lêkolîn kirin wê demê em ê bibînin ku di sedsala 21’emîn de stratejiya şer û têkoşîna gelan li ser hîmê xurtkirina stratejiya gelan tê avakirin. Şerê gelê şoreşgerî esasî rêxistinkirina hêza gel e. Civaka rêxistinkirî li beramberî artêş û teknolojiya serdemê ye. Di şoreşa Rojava de jî xala herî esasî yek; rêxistina jinê bû. Kevira yekemîn a şoreşa Rojava li ser hîmê jin û azadiyê hat hunandin, ev bû sedam ku şoreşa Rojava bikaribe zûtirîn xwe rêxistin bike û bibe hêzeke têk naçe. Di rastiyê wek modeleke esasî ya sedsala 21’emîn. Şoreşa Rojava ji aliyê gelê herêmê ve bi eşqekî mezin hate pêşwazî kirin, lewra hêvî û xeyalê wan jî azadî bû."

'YEKÎTIYA CIVAKÊ BI HÊZA JINÊ RE XURT DIBE'

Meryem Kobanê bal kişand hêza bingehîn a şoreşê û wiha diyar kir ku; "Ji zor û zehmetiyên mezin jiyan hate afirandin, lê tişta herî bi nirx a gel me jî armanc û baweriya avakirina civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk bû. Civaka xwe jî li ser vê bingehê têgihiştî dikir û beriya her tiştî me perwerde esas girt lewra perwerde; hûnandina koka civakî ye. Herî zêde jî rola jinê di asta pêşengtiyê de bû. Di hemû qadên me yên xebatê de berpirsiyariya herî mezin li ser jinê, bû ji ber vê yekê civaka me jî dît ku heqîqet; jin hêza herî cewherî ya civakî ye. Me wek dizanî bû ku rehên civakî bi hêza jinê re xurt e, lê diviyabû yekgirtina civakî jî bi hêza jin ve hatibana ava kirin, ji ber vê yekê jin di hemû xebatên rêxistin kirin û parastinê de erkên xwe dizanî. Çawa ku di civaka xwezayî de jin pêşengtî ji civakê re kiriye, li gund û bajaran civaknasî bi xwe daye avakirin, wê demê em jî dikarin paradîgmaya civaka exlaqî û demokratîk li ser hûnandina fikrê jinê ku yekîtiyê pêş dixe. Jina ku xwe û civaka tê de birêxistin bike dikare li hember hemû hêzên serdestî jî serbikeve."

'ŞOREŞ CEJNA GELAN BÛ'

Meryem Kobanê şoreşa Rojava ji bona hemû gelan wekî hêviyek mezin nirxand û got, "Di nava hemû gelan de rojên cejnê hene. Ew sed sal bû ku cejna me hatibû qedexekirin. Piştî Mahabadê heta roja îro wek gelê Kurd me ti bajarê xwe nexistibû bin parastina xwe. Dibe ku li Başûrê Kurdistanê gelek qad hebûn ku bi berdêlên mezin ve hatibûn girtin. Li Rojavayê Kurdistanê jî gelê Kurd bi hêza xwe re rêvebirina bajarên xwe digirt destê xwe. 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava serketina gelê Kurd bû. Gotineke Seyîd Riza ji bo ciwanên paşerojê gotiyê heye dibêje; 'Bila dilê we rehet be' Dema ku ala Komara Mahabad tînên xwarê û Qadî Muhammed dibin sêdarê wê çaxê wiha dibêje; 'Dibe ku hûn min tine bikin lê hûn nikarin nifşên paşerojê tine bikin, ew ê tolê hilînin. Wê bi hezaran ciwanên Kurd li pey şopa berxwedanê bimeşin'. Bi rastî di wê roja ku Kobanê hate rizgarkirin de hemû kesayetên serhildêr, pêşeng ên ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan careke din zindî dibûn. Meha Tîrmehê cejna Kurdan bû. Barana cejnê bû, li Kobanê dilê gelan germ dikir. Roja din ji gelek navçeyên Efrînê; Bilbilê, Şera rejîmê hate derxistin. Piştî demeke kurt li Dêrîkê rejîm hate derxistin û di heman salê de bi taybet piştî ku bajarên me bi temamî ketin destê me tevgera me hîn mezintir bû û li deverên din jî ketin tevgerê. Me rejîma Baasê bi gelemperî ji herêmên xwe derxist. Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir heta sînor me herêmên xwe rizgar kir. Her ku diçû barê me giran dibû, têkoşîna mezintir dibû. Heta wê demê navê hêza me YXK bû lê her ku xakên di destê me de berfireh dibû diviyabû parastina wê jî bi awayekî xurt bihata kirin, ji ber vê YPG û YPJ’ê wek hêza parastinê hatin birêxistin kirin lê bi demê re wê hîn mezintir bibûya. Giraniya hêza parastinê derdiket pêş. Jin tevlî pêvajoya şoreşa Rojava bû, di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin, li hember zehmetiya bawerî pêşxistin heqîqeta şoreşê bû. Her zehmetiyek dema ku hêvî û bawerî tê de hebe, dema ruhê wê hebe, derfetên ku ava dibin li gorî demê xwe bê rêxistin kirin û di wê bingehê de tevgerandin çêbibe, polîtîkayên rojane zanîn valatiyên heyî dadigre û ruhê demê ava dike. Dem lezbûnê dixwaze. Heke me roja 19’ê Tîrmehê bajarê Kobanê negirtibaya dibe ku hêzên din dagirkeriyên xwe anîbana ji ber ku derdorê Kobanê girtibûn. Îro zû ye sibe dêreng e, pêwîste xwe rêxistin bike, derfetên heyî bikar bînî. Gel jî vê heqîqetê nas dikir, bi her tişî xwe ve alîkarî didan, nirxên civaka xwe diparastin. Dayikan digotin; 'heta em şoreşê nebînin, zarokên me civaka xwe neparêzin em namirin'. Dema ku di rawestgehan de şervanên xwe didîtin didan ber tilîliyan, ji ber ku xeyalê wan pêk hatibû. Ev hesret û hezkirin ruhek e. Dayikên serhildêr bûn remza şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Gav avêtina yekemîn a rizgarkirina bajarê Kobanê û 19'ê Tîrmehê xeyalê dayîkên ku çavê wan baş nabînin, hesreta zarokên ku leyîstokê wan ji wan hatiye dizîn e, ciwanên ku bi hezkirina xwe şa nebûne, xeyalê Mem û Zînan ne. Di çîrokên evîndariya Kurd de evîn her tim nîvçe maye ji ber ku hatiye qetil kirin, 19’ê Tîrmehê bersivek e, tacîdarkirina ciwanên ku bi xeyalên xwe ve şane bûne. 19’ê Tîrmehê û şoreşa Rojava wek deriyekî ji bona jiyanekî wekhev û jiyanek hevpar ji bona hemû netewa ye. Di pêşengtiya jinê de bi fikrê Rêber Apo û bi berdêlên pir giran re hûnandina jiyaneke exleqî û polîtîk e. Mirovên ku bi xeyal û bêrîkirinên azadiyê re şer kirin, ji bo nifşên pişt xwe şer kirin da ku jiyanek bi keramet û rûmet ava bike. Li ser xakeke azad ji bo ku her kes bikaribe bi reng û dengê xwe bijî, şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû cîhanê bû hêvî.’

'RIHE 19'Ê TÎRMEHÊ RIHÊ JIYANA AZAD E'

Di dawiya axaftina xwe de Meryem Kobanê bal kişand dagirkeriya dewleta Tirk û wiha got; "Heke îro ewqas êrîşên mezin ê dagirkeriya Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê li ser şoreşa Rojava çêdibe ji ber tirsê şoreşa gelan e. Tirsa zîhniyeta dagirkeriyê ya ku di sedsala 21’emîn de temsîliyeta ruhê faşîzmê dike, çawa ku Hîtler, Musolîn xwestin pêlên faşîzmê li cîhanê serwer bikin heman awayî AKP-MHP, Erdogan û Bahçelî jî şoreşa 19’ê Tîrmehê wek tinebûna xwe dibînin ji ber vê yekê êrîşên herî dijwar û dagirkeriyê heta roja îro bênavber pêk tînin. Çawa ku DAÎŞ li Baxozê tine bû, li Kobanê şikest ew hêzên ku hewl didin ku dagirkerî li ser xakên Surî û Rojavayê Kurdistanê de pêk bînin hemû jî di heman zîhniyetê de ne. Pêşengtiya vê faşîzmê jî Erdogan dike. Niha jî çeteyên xwe yên ku li Îdlibê kom dikin û dixwazin careke din nehêlin jiyaneke aram ku gel wek cejnê pîroz bikin ava bikin ji ber vê yekê li hember civakê şerekî mezin heye. Li hember hemû êrîş û zextên dijwar berxwedaniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû çavkanî. Bi taybetî pêşengtiya jinê di sedsala 21’emîn de bû modelek nû. Ji ber vê yekê şoreşa Rojavayê Kurdistanê a ku roj bi roj mezin bû, hêzên serdest ji bo xwe wek xeterî dibînin. Ruhê 19’ê Tîrmehê ruhê jiyana azad e, jina ku hesreta azadiyê bi ked hûnandin e ku êdî bibe aîdê xwe, bikaribe civak birêve bibe, gelekî ku bikaribe hemû gelan re biratî bike ye. Hemû şehîdên me yên ku di oxira parastina gelan û nirxên şoreşê de gihîştine şahadetê, bi taybetî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de ruhê berxwedaniyê a ku di her dema têkoşîna me de hêza pêşengtiyê ava dikin wê di Rojhilata Navîn de ruhê biratiya gelan ava bike, di bingeha yekbûna gelan de bihevre jiyan bikin. Li ser vê esasê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hemû têkoşînvanên ku şerê azadiyê dimeşînin, li hember dagirkeriyê berxwe didin silav dikin, tevahiya şehîdên me yên azadiyê bibîr tînin."