Dr. Kamûran Berwarî: Yên destpêkê têk biçin wê PDK û YNK bin

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê axivî û hişyarî da PDK û YNK'ê.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî ku tevlî forûma li dijî DAÎŞ'ê bû ya ji aliyê Naenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hate pêkanîn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê nirxand. Dr. Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk ketiye şûna DAÎŞ'ê.

Berwarî got, "Her kes dibîne ku DAÎŞ di bin sîwana Tirkiyeyê de derkete holê, mezin bû. Mînaka berbiçav a vê yekê jî dagirkirina Efrînê ye. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Kurd li ku dibin bila bibin di hedefa dewleta Tirk de ne."

Berwarî anî ziman ku dewleta Tirk li dijî Kurdan hemûyan metirsî ye û destnîşan kir ku metirsî ji metirsiya DAÎŞ'ê ya sala 2014'an mezintir e. Berwarî hebûna 'nokeriyê' weke sedema vê yekê nîşan da û got, "Dema ku DAÎŞ'ê sala 2014'an êrîş kir, Başûrê Kurdistanê û Iraq mîna îro ne di nava metirsiyeke mezin de bûn. Ji ber ku divê em bêjin, di nava êrîşên dewleta Tirk de yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hêzeke ji Başûrê Kurdistanê jî heye. Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin e li dijî Kurdan hemûyan. Dixwazin Başûrê Kurdistanê mîna Efrînê lê bikin, ji Kurdan paqij bikin."

'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIKARE BIBE QÛWEYT A WAN'

Berwarî bal kişand ser piştevaniya vekirî ya PDK'ê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û got, "Ya ku ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê zerara herî mezin bibîne PDK ye. Parçeyekî dagirkeriyê û xizmetkarê wê jî be ya ku zerara herî mezin jê bibîne PDK ye. Planeke xwe hebe jî yê herî zerarê bibîne wê PDK be. Ji ber vê yekê divê helwesteke hevpar li dijî vê dagirkeriyê bê nîşandan."

Berwarî der barê serdana Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya beriya êrîşên dagirkeriyê li Enqereyê kirin, her wiha bêdengiya Îranê got, "Nayê qebûlkirin ku Kurd bibin parçeyek ji vê dagirkeriyê. Li aliyê din ev hewldana dagirkeriyê ji bo Tirkiye û Îranê dibe ku bibe mîna dagirkeriya Saddam a li Qûweytê. Dikare bibe cografyayek ku dinya hemû tevlî şerekî mezin bibe."

'GELÊ KURD QEBÛL NAKE'

Berwarî destnîşan kir, destketiyên ku gelê Başûrê Kurdistanê di encama têkoşîna azadiyê de afirandine, mafê kesî nîne ku ji bo berjewendiyên xwe pêşkêşî dagirkeran bike. Berwarî hişyarî da ku divê hêzên pêşmerge nekevin vê xefikê û got, "Em jî pêşmerge bûn û ji bo azadiya Kurdistanê salên dûr û dirêj em têkoşiyan, hîn jî têdikoşin. Ti ji me ji bo berjewendiyên şexsî yên çend malbatan ev têkoşîn nemeşand. Gelê Kurd tiştên niha tên kirin qebûl nake."

'DIVÊ PÊŞMERGE DI ÇEPERÊ GEL DE BIN'

Berwarî bal kişand ser nûçeyên medya PDK'ê ku dibêjin, 'Hêzên pêşmerge wê tevî leşkerên Tirk tevbigerin' û got, "PDK'ê di dîroka xwe de li dijî parçeyên din jî, li dijî hêz û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê jî şaşitiyên mezin kir. Niha hîn jî li dijî gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê şaşitiyên xwe didomîne. Ev yek metirsiyeke mezin e û ya hîn bêhtir metirsîdar ew e ku dixwaze pêşmergeyan bike beşek ji van şaşitiyên xwe. Ji ber vê yekê em bang li pêşmergeyan dikin; di çerpera gel de bin, di çepera gerîla de bin, di çepera Kurdistanê de bin. Dagirker kî dibe bila bibe li dijî dagirkeran di çepera gel de bin."

'DESTPÊKÊ WÊ PDK Û YNK TÊK BIÇIN'

Berwarî got, "Eger otonomiya li Başûrê Kurdistanê lawaz bibe wê destpêkê PDK û YNK ji vê zerarê bibînin, wê destpêkê PDK û YNK têk biçin" û diyar kir, "Hingî wê zehmet be ku li devera ku ketine rabin. Herêma Behdînanê ku niha bûye hedefa dewleta Tirk, ew herêm e ku dergûşa têkoşîna azadiyê ya Kurdan e. Eger ew herêm ji dest biçe mîna Efrînê û Bakurê Kurdistanê wê her roj komkujî li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bê kirin."