BI DÎMEN

Di festîvala Respectê de Kurd bi 'Govendê' li ber nijadperestiyê rabûn

Di 28’emîn Festîvala Respectê (Hurmet) a ku li bajarê Exeter a Brîtanyayê de hat lidar xistin, Kurdan komxebata ‘Govendê’ ku şêwayek a berxwedanê ye ava kirin û li dijî nijadperestiyê banga girtina govendê kirin.

FESTÎVALA RESPECT

Festîvala Respectê ku îsal cara 28’emîn li Exeter a Brîtanyayê hat lidarxistin, bi hezaran kes bi dirûşma "Em hemû cuda ne, em hemû wekhev in" anî cem hev. Bi beşdariya çalak a Komuna Kurd a Devonê, çanda Kurd, têkoşîna siyasî û ruhê hevgirtinê di festîvalê de bi xurtî hatin hîskirin.

"Konê Kurd" ê ku li qada festîvalê hatibû danîn, bala mêvanan kişand. Dîrok, çand û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo bi materyalên cûrbecûr hate nasandin. Di konê de çapa Îngilîzî ya pirtûka "Azadî wê bi serkeve" û broşûrên ku banga "Azadî ji Abdullah Ocalan re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" dikirin jî hebûn. 
Parlamenterê Exeter Steve Race û Şaredar Anne Jobson jî serdana standê kirin û peyama "Em li kêleka têkoşîna demokratîk a gelê Kurd in" dan.

Komxebata Govendê ya ku yek ji sembolên çanda berxwedana Kurdane hate lidarxistin, şopa xwe li ser festîvalê hişt. Beşdaran hem perwerdehiya folklorî wergirtin û hem jî ji bo wan rola govendê di têkoşîna siyasî de hate ravekirin. Di dawiya komxebatê de, beşdarên ji neteweyên cûda bi hev re govend gerandin û li dijî nijadperestiyê helwestek kolektif nîşan dan.

Yek ji kêliyên herî bi coş û hestiyar ên festîvalê ew bû ku koma folklorê ya ji zarokên Kurd pêk dihat derket ser dikê. Zarokên ku bi stranên Kurdî govend gerandin, performansên xwe nîşan dan.

Azad Amed, ku di dawiya festîvalê de li ser navê Komuna Kurd a Devonê axivî, wiha got: "Ji bo me şanaziyeke mezin e ku em dikarin bi çand û nasnameya xwe bi awayekî azad beşdarî vê qadê bibin. Ev festîval platformek e ku em dengê xwe ji bo aştî, azadî û siberoja hevpar a gelan lê didin bihîstin."