ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên Tirk li Efrînê 10 sivîlên din revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zext û pêkanînên dij mirovahiyê yên li Efrînê li dijî welatiyên sivîl didomîne. Di nava du rojan de li navçeya Mabata, Şera û Cindirêsê çeteyên Enqerê 10 sivîl revandin. -
'Koma Îttîhat Terakkî ya li nav artêşê plansaziya êrîşan dikir'
Çeteyê DAÎŞ'ê Ilyas Aydin ku di dest QSD'ê de ye got, ji nav Jandarma Îstîxbaratê komeke bi navê Îttîhat Terakkî bi çeteyên DAÎŞ'ê re bi hevkarî dikir û ji bo ku êrîşê bibin ser Grê Spî hewleke taybet didan. -
Dadgeha Elman: Divê malbatên DAÎŞ'î bên anîn
Dadgeha herêmî ya li Berlînê rewşa hevser û sê zarokên çeteyekî DAÎŞ'ê yê Elman ê li kampên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nirxand û biryar da ku divê malbatên DAÎŞ'iyan ji bo Elmanyayê bên anîn. -
Xezeba Zeytûnê: 16 çete hatin kuştin
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeyntûnê berpirsyariya çalakiya bombeyî ya Pêncşemê ya li Efrînê da ser milê xwe. Rêxistinê ragihand, di çalakiyê de 16 çete hatine kuştin. -
Hejmara birîndarên teqîna li Qamişlo bûn 12 kes
Hejmara kesên birîndar ên di teqîna wesayîta bombe barkirî ya li bajarê Qamişlo ya Rojava de, gihişte 12’an. -
Li Qamişloyê teqînek pêk hat: 7 kes birîndar bûn- NÛ BÛ
Di teqîna li bajarê Qamişlo yê Rojava pêk hat de, 7 kes birîndar bûn. -
Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya dîrokî Sûriyeyê bang kir
Gerînendetiya Giştî ya Berhemên Dîrokî û Muzeyan a Sûriyeyê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bermahiyên dîrokî bang kir. -
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê baregehên leşkerî ava dike
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê baregeheke leşkerî ava kir. -
Li bajarê Hesekê sê teqîn pêk hatin
Li Hesekê ji serê sibehê ve 3 teqînên cuda pêk tên. -
Li Hesekê teqîneke din pêk hat
Li qada El Meşheme ya Hesekê teqîneke din pêk hat. -
Li Efrînê teqîn: Herî kêm 11 çete hatin kuştin
Li kolana Vêlat a Efrînê û li gundê Tirindê teqîn pêk hat. Li gundê Tirindê di teqînê de herî kêm 11 çete hatin kuştin, zêdeyî 20 çete birîndar bûn. -
Li Hesekê teqînek pêk hat
Li qada El Meşheme ya taxa Salihiyê ya Hesekê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya. -
Berpirsê DAÎŞ'ê di nav 6 mehan de hatiye berdan
Ilyas Aydin, çeteyê DAÎŞ'ê ku ji hêla QSD'ê ve hatiye girtin, got, berpirsê êrîşên bombeyî Muhammed Cengiz Daya sala 2016'an li Tirkiyeyê hatiye girtin û di nav 6 mehan de hatiye berdan. -
Dewleta Tirk cih û warên dîrokî yên Efrînê talan dike
Dewleta Tirk û komên wê yên çete, li Efrînê ku dagir kirine berhemên dîrokî talan dikin. -
Rêveberiya Şûnwaran: Dewleta Tirk li Efrînê hemû zagon binpê kir
Rêveberiya Şûnwaran a herêma Efrînê da xuyakirin ku dewleta Tirk li Efrînê hemû zagonên navneteweyî yê li ser şûnwaran binpê kiriye. -
HRE: Li Cindirêsê çeteyek hate kuştin û 1 jî birîndar bû
Hêzên Rizgariya Efrîn ragihand ku 9’ê Tîrmehê li Cindirêsê dijî wesayîteke leşkerî ya fermandarekî koma çete ya bi navê Ehrar El Şam kirine. Di çalakiyê de çeteyke hatiye kuştin û 1 jî bi giranî birîndar bûye. -
Artêşa Tirk li Efrînê baregeheke nû ava kir
Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê baregeheke din a leşkerî ava kirine, li girên dîrokî xendekan dikolin. -
Halabjay: Siyaseta PDK'ê hevkariya bi dewleta Tirk re ye
Ji beşdarên forûma li dijî DAÎŞ'ê ya li Amûdê parêzer-rojnamevan-nivîskar Srûşah Halabjay a ji Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê da ya bi dewleta Tirk re. -
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Seqir spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm El-Îsa (Seqir) li Tebqayê bi merasîmeke bi heybet spartin axê. -
Li hemberî Îslama radîkal çareserî di Îslama demokratîk de ye
Zanyarên olî yên ku tevlî forûma li ser DAÎŞ’ê bûn diyar kirin ku têkoşîna leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê têr nake. Pêşeng û zanyarên olî diyar kirin ku li hemberî Îslama radîkal çareserî Îslama demokratîk e ya ku Ocalan ew pêşkêş kiriye. -
Dewleta Tirk li Efrînê 'perwerdeya DAÎŞ'ê dide
Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete li Efrînê ji bo fikrên DAÎŞ'ê û çeteyên din belav bikin perwerdeyê didin. -
Kongreya Star Diyar Xerîb bi bîr anî
Koordînasyona Kongreya Star Diyar Xerîb bi bîr anî û destnîşan kir ku Xerîb ji bo wan bûye îdolek û wê di xeta wî de têkoşîna xwe bidomînin. -
Li Dêra Zorê du mayin teqiyan
Li bajarokê El Teyana û gundê Hewyic Zîban ên Dêra Zorê du teqîn pêk hatin. -
Li Mareyê çeteyek hate kuştin, yek jî birîndar bû
Li bajarê Mareyê teqemeniyek li wesayiteke çeteyan hatibû bicihkirin teqiya. Di teqînê de çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû. -
'Zemîna avakirina dadgeha navneteweyî heye'
Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Prof. Dominique Inchauspe qala formulên zemîna hiqûqî ya ji bo avakirina dadgeha navneteweyî ji bo darizandina DAÎŞ'ê kir.