Heft sal di nava şoreşê de

Heft sal di ser şoreşa 19'ê Tîrmehê re derbas bûn. Di nava van heft salan de gelek guhertin, ne tenê ji aliyê leşkerî,  berxwedanê û rêveberiyê ve çêbûn, her wiha di milê kesayetiyê de jî gelek guhertin çêbûn.

Heft sal di ser şoreşa 19'ê Tîrmehê re derbas bûn. Di nava van heft salan de gelek guhertin, ne tenê ji aliyê leşkerî,  berxwedanê û rêveberiyê ve çêbûn, her wiha di milê kesayetiyê de jî gelek guhertin çêbûn. Zarok, jin, ciwan, kal, pîr di nava tevahiya civakê de guhertineke mezin pêk hat.

Heft sal di ser şoreşa 19'ê Tîrmehê re derbas bûn. Di nava van heft salan de gelek guhertin, ne tenê ji aliyê leşkerî,  berxwedanê û rêveberiyê ve çêbûn, her wiha di milê kesayetiyê de jî gelek guhertin çêbûn. Zarok, jin, ciwan, kal, pîr di nava tevahiya civakê de guhertineke mezin pêk hat.

Civak berî heft salan jî hebû, lê mirov dikare wiha nav lê bike "Av hebû bes rijiyayî bû, şoreşê ew av xiste şûşê ta ku were bikaranîn". Ew jî di rêka avakirina saziyan de ku her kes dikare cihê xwe tê de bigire û tê de biafrîne.

Kobanê bajarek bû ku di nexşeyê de dibe ku navê xwe jî nebû. Ji xwe rejîma Baas nedihişt sazî jî hebin. Ne jî rol dida kesekî ku xwe îfade bike. Her jiyaneke pûç û debara çawa bixwin û vexwin dikirin. Enerjiya kesan dernediket holê, heta mirov dikarin bibêjin ku rejîma Baas civak anîbû astekê ku ji xeyînî çawa debara xwe bikin nefikirin.

Fîdan Dirêhî, ku niha di rêveberiya weqfa jin a bajarê Kobanê de ye, ji me re qala wan rojan kir ku çawa ji dibistanê derket û hemû hêviyên xwe qut bibûn, di mal de di nava çar dîwaran de dijiye. Dirêhî got "Ji ber min bi zimanê Erebî nizanîbû û mamosteyên dibistanê hemû Ereb bûn, ji wan ditirsiyam û qet ez fêr nebûm, êdî ez ji ber xwendinê derketim."

Ne bes Fîdan, bi hezaran zarok ji ber xwendinê derdiketin, ji ber ku bi zimanê Erebî nizanin û metriyalên ku rêjîma Ba'as didan zarokan ser mebesta ku zarok Erebin dihat dayîn.

Piştî 19'ê Tîrmehê Fîdan berê xwe dide saziya zimanê Kurdî û li wir tevlî waneyan dibe. Fîdan Dirhê ji bo zimanê Kurdî û fêrbûna wê wiha ji me re got "Dema min tîp standin pir hêsan bû û ez yekemîn bûm di refê de. Her min ji xwe re digot çima berê ez fêr nedibûm û niha jî pir bi hêsan pê de diçim."

DERFETÊN PÊŞKETINÊ

Tevî di nav van heft salan de şer ranewetiyayê ye, lê bi sedan sazî hatine vekirin ta ku her kes li gorî xwesteka xwe xwe di saziyekê de bi cih bike.

Fîdan niha rêveberiya saziyeke jin dike. Jinên weke xwe derfetên kar û fêrkirina dirûnê û hînkirina komputerê di saziyê de dide 100 jinî heta ew jî bi xwedî aboriyeke taybet bin.

Li bakur rojhilatê Sûriyayê şoreş di hundirê her kesekî ku li ser vê axê dijî vêketiye. Lê ya ji van hemû girîngtir vîn e. Ew cara yekemîn e ku kesayeta vê herêmê bûye xwedî vîn û êdî rewşa xwe û derdora xwe dikare tehlîl bike û çareyê kêm zêde derxîne holê.