Dewleta Tirk wê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were protestokirin

Ji bo protestokirina tevgera leşkerî ya dewleta Tirk a li ser xeta sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li gelek navendan çalakî werin lidarxistin.

Piştî zêdebûna tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Herêma Firatê ji bo çalakiyên mertalên zindî û protestokirinê dest bi amadekariyan kirin.

Meclîsa Kantona Kobanê li dijî gefên operasyona leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Sûriyeyê wê sibê li Qada Jina Azad daxuyaniya çapemeniyê bide.

Li aliyê din esnafên Kobanê jî ji bo protestokirina gefên dewleta Tirk wê dikanên xwe bigrin.

Li aliyê din bi armanca protestokirina tevgera leşkerî ya dewleta Tirk li bajarê Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên çalakiyan tên kirin. Li gundê Qeremox ê li ser sînorê rojhilatê Kobanê bihezaran kes ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk çalakî kiribûn.