Rêwîtiya şoreşa gelan

Şoreşa Rojava ku bi stratejiya 'rêya sêyemîn' a ji aliyê Ocalan ve hate pêşniyarkirin dikeve sala xwe ya 8'an, ji bo gelên herêmê bûye hêviyeke mezin. Her kêliya vê şoreşê bi ked û berdêlan hatiye afirandin.

Rojava di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de mohra xwe danîn binê şoreşekê ku bû hêvî ji tevahiya Rojhilata Navîn re. Li vî parçeyê Kurdistanê ku Ocalan 20 salan ked lê da, dema ku roja şoreşê hat stratejiya 'rêya sêyemîn' a Ocalan xwe nîşan da û şoreşa ku di çarçoveya vê stratejiyê de pêk hat 7 sal li pey xwe hişt. Şoreş bû şoreşa gelan.

Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, Rojava hem piştgirî da têkoşînên azadiyê yên parçeyên din ên Kurdistanê hem jî ji bo azadiya Sûriyeyê berdêlên giran da. Gelê Rojava ji aliyê sîstema netewe-dewletê her tim hate pelçiqandin û zext lê hate kirin. Tevî vê yekê jî şoreşa xwe pêk anî û bû hêvî ji gelên bindest hemûyan re.

RÊWÎTIYA BER BI ŞOREŞÊ VE

Ji bo fêhmkirina mezinahiya vê şoreşê û çareseriya krîza Sûriyeyê dibe ku wê çêker be ku mirov rêwîtiya ber bi vê şoreşê ve bi bîr bînin.

* Di nava Şerê Dinyayê yê Yekemîn de yanî di sala 1916'an de li gorî peymana Sykes-Picot a ji aliyê Brîtanya û Fransayê ve hate amadekirin, Kurdistan a ji aliyê Osmaniyan ve hatibû dagirkirin başûrê wê ji Îngilîzan, rojavayê wê jî ji Fransiyan re, her wiha bakurê wê jî di navbera her du dewletan de dihate parvekirin.

* Piştî ku Osmanî têk çû li Sûriye û Iraqê hikumeta Melîk Faysal ava bû û Rojava û Başûr jî tevlî vê bûn. Fransa ku sala 1919'an Lubnan dagir kir sala 1920'î Sûriye dagir kir.

* Yek ji kesên ku li dijî dagirkeriya Fransayê berxwedaneke mezin nîşan da ji Kurdên li Şamê Yûsif Ezma bû. Ezma serkêşê Ceyş-ul Wetenî (Artêşa welat) bû. Piştî ku Ezma têk çû, hêzên Fransayê xwe gihandin Şamê.

* Fransa ku 25 salan li Sûriyeyê serdest bû, piştî ku artêşên Nazî di Şerê Dinyayê yê Duyemîn de berê xwe dan Fransayê, neçar man xwe vekişînin. Lê belê wê demê yek ji serkêşên berxwedana li dijî Fransayê ji Kurdên li Îdlibê Îbrahîm Henano bû.

* Lê belê di 17'ê Nîsana sala 1946'an de piştî ku artêşa Fransayê xwe ji Sûriyeyê vekişand, tevî ku Kurdan berxwedaneke mezin nîşan dan jî neheqî li wan hate kirin.

* Piştre li Sûriyeyê li ser hev darbe pêk hatin. Di navbera salên 1954-1958’an de di dema desthilatdarîya Şukru Quwetlî de, ji ber ku xwe nêzî Sovyet Rûsyayê kirin, Serokê Dewleta Misirê Cemal Abdulnasir kete dewrê û Misir û Sûriye ‘li hemberî xetereya komunîzmê’ bi navê Komara Ereban a Yekgirtî bûn yek.

* Ber bi dawiya salên 1950’î Kurdan koçî herêm Cizîrê kirin û li vê derê nêzî 300 hezar Kurd hebûn. Rejîmê biryar da ku li Cizîrê nifûs were hejmarin û di encama vê hejmartinê de nêzî 200 hezar Kurd ketin statuya biyaniyan û mafê wan ê hemwelatîbûnê ji destê wan hate stendin.

* Di 13’ê Mijdara 1960’an de Qetlîama Sînemaya Amûdê hate kirin. Di vê qetlîamê de bi sedan zarokên dibistana seretayî dema li fîlmê ‘Reşikê Şevê’ temaşe kir ê ku qala berxwedana Cezayîrê ya li hemberî Fransayê dikir, di şewata Sînemaya Amûdê de hatin qetilkirin.

* Komara Ereban a Yekgirtî di sala 1963’an de hate hilweşandin û di 8’ê Adara 1963’an de partiya Beas a ku nîjadperestiya Ereban dikir, hate ser hikum. Beasê bi polîtîkayên şoven, xwest hemû kesên li ser axa Sûriyeyê bike Ereb.

* Partiya Beasê zimanê zikmakî yê Kurdan qedexe kir, dest danî ser axa wan, rêxistinbûna wan asteng kir, navê cîh û warên wan guhert û Kurd asîmîle kir.

* Piştî desthilatdariya Beasê ya heft salan Hafiz Esad di sala 1971’an de bi ‘derbeyeke di nav partîyê’ de dest danî ser desthilatdariyê, hevalên xwe yên berê avêt zindanan û sirgun li ser wan ferz kir. Beasê bi tundî ajot ser Kurdan û ‘Kemera Ereban’ temam kir a ku berê li ser xeta Girê Spî, Ezaz-Cerablûsê bingeha wê hatibû danîn.

* Rejîma Beasê di sala 1963’an de wekî plana Şark Islahatê ya Tirkiyeyê qirkirineke ji 12 xalan xiste meriyetê.

* Di sala 1993’an de gelek siyasetmedarên Kurd di Girtîgeha Hesekê de hatin şewitandin û di 12’ê Adara 2004’an de Qetlîama Qamişloyê hate kirin. Bi van serhildanan re çirûska 19’ê Tîrmehê hate vêxistin. Kurdan hêzên xwe yên Xweparastinê ava kirin.

* Ligel ku polîtîkayên zext, bênasnamebûn, girtin û qetilkirinê jî Kurdan li Rojava rêxistinbûna xwe domandin.

* Di sala 1927’an de Cemîyeta Xoybûnê ya ku li Bêrûdê hate avakirin, Kurdên li Cizîrê, Şam û Helebê anîn ba hev. Cemîyeta Xoybûnê pêşengiya Serhildana Agirîyê ya di navbera salên 1927-1930’an kir. Kurdên li Rojava her dem piştgirî dan têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din.

* Rojava ji bo ronakbîrîya Kurdan jî bû navend. Celadet Elî Bedirxan û birayê wî Kamûran Elî Bedirxan yekemîn kovara bi Kurdî Hawar derxistin. Bingeha alfabeya Latînî ya Kurdî hate danîn.

* Ji bo roja geşedanaherî mezin jî ev bû ku Ocalan di 2’ê Tîrmeha 1979’an de çû Rojava. Ocalan dema ku çû Kobanê, Rojava bû wekî akademîyekê. Bi sedan ciwanên ji Rojava yên ku ji vê akademîyê mezûn bûn, tevlî şoreşa azadiyê bûn.

* Di sala 2010’an de li Tûnûsê teblevanê bi navê Mûhammed Boûazîzî xwe şewitand û pêvajoya bi navê Bihara Ereban hate destpêkirin. Di serê sala 2011’an de êdî dor hate ser Sûriyeyê.

* Di Kanûna 2011’an de Hasan Alî Akleh ji bo protestokirina rejîmê xwe şewitand û piştî ku li Şamê polîsan li esnafekî dan, 1500 kes bi slogana ‘Kes nikare gelên Sûriyeyê biçûk bixîne’ daketin kolanan.

* Dirûşma ''Eş-Şa’ab yürîd iskât en-Nizâm!" (Gel dixwaze rejîmê birûxîne) ku beriya niha li Misrê û Yemenê hatî bihistîn, vê carê li bajarê Deraa ya Sûriyê hate bihîstin.

* Piştî ku 15 xwendekarên ku ev dirûşm li ser dîwaran nivîsîn ji hêla hêzên rejîmê ve hatin girtin û êşkce li wan hate kirin, 15'ê Înê hêrsa gel li Deraayê rabû û piştre li bajarên Hema, Xûmis, Lazikiye, Qamişlo, Deyr ez-Zorê berbelav bû. Piştre jî ''hêrsa înê'' veguherî çalakiyên domdar.

* Nîsanê Hemza el Hatîp ê 13 salî ku di çalakiyekê de hatibû girtin û mehekê êşkence lê hatî kirin û piştre cesedê wî yê parçe kirî, li ser şopa şewtan û 3 şopên guleyan hate dîtin, 25'ê Gulanê teslîmî malbatê kirin. Piştî ku wêneyên Hatîb li ser medyaya civakî berbelav bû, hêrsa gel rabû.

* Ber bi Hezîranê ve qenadê çekdar ê tekoşînê komî ser hev bû. 2'yê Hezîranê 300 kesên muxalîf ên ji Sûriyê ku li Entalyayê komî ser hev bûn, konferanda bi navê ''Li Sûriê guherîn'' pêk hat. Di encama konferansê de komîteyeke ji 31 kesan hate avakirin.

* Piştî vê konferansa bi pêşengiya Îxvan-i Muslim (Birayên Misilman) Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) hate avakirin. 11'ê Cotmehê jî qenadê siyasî yê AAS Koneya Netewî ya Sûriyê (KNS) hate avakirin.

* 2012'an bi vîdeoyeke ku lîderê El Qaîde Eymen el-Zevahîrî weşandî, banga cîhadê li ''Misilman''ên sûriyê kir.

* 12'ê Nîsana 2012'an piştî ku hate heşkerekirin ''hevdîtinên aştiyê'' ku Neteweyên Yekbûyî (NY) didomandin, 13'ê Hezîranê ji hêla NY'yê ve rewşa li Sûriyê bi rengê ''şerê navxwe'' hate pênasekirin.

* 19'ê Tîrmehê û beriya wê AAS dema ku dest li ser Ezaz, Minbic û Cerablûsê danî, Tevgera Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) ji Kobanê dest pê kir û dest li ser rêveberiyê danî. Navê stratejiyê jî ''rêya sêyan'' bû. Ango ne rejîm û ne jî yên ku li dij şer dikirin.

* Bi xweseriya demokratîk ku Kurdan bi Ereb, Sûryan, Ermen, Tirkmen û Çeçenên Rojava re danî, Rojava demeke dirêj bû cihê herî aram ê Sûriyê.

* Gelên herêmê ji hêlekê ve rêxistiniya pergalên xweser ê demokratîk kirin û ji hêlekê ve li dijî êrîşên li ser wan têkoşîneke bêhempa kirin.

* Çeteyên bi desteka Tirk ên bi navê El Nusra û AAS tevgeriyan, piştî ku li Qestel Cindo ya Efrînê, li Şêx Meqsûd a Helebê û Serêkaniyê şikestin, dewleta Tirk vê carê jî berê DAÎŞ'ê da ser Rojava.

* Piştî êrîşên DAÎŞ'ê yên 2014'an ên li ser Kobanê, ku ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka têkçûnê 21'ê Adara 2019'an, têkçûna dawî 21'ê Adara 2019'an li gundê Baxozê ya Dêra Zorê jiyan.

* Li gorî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, Kurd û gelên herêmê di vî şerî de ji 11 hezaran zêdetir şehîd dan û şoreş parastin.

* Bi pergala civakî, siyasî, dîplomatîk, aborî, çandî, eşkerî û pergla azadîxwaziya jinê, ne tenê ji bo Rojava, ji bo Sûriyê û hemû gelên herêmê îdîaya ku bibe çareserî mezin dike.