'Şoreşa Rojava bû çavkanî ji jinan re'

Xalîde Engîzek diyar kir, Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê pêk hat, ji bo jinên ku di nava bêhêvî û bêmoralê de bûn, bû çavkaniya moralê.

Yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Xalîde Engîzek qala rewşa beriya şoreşê, destketiyan û ruhê berxwedanê kir.

Engîzek bi bîr xist ku gelê Sûriyeyê 25'ê Adara 2011'an li bajarê Derayê rabû ser piyan û bandor li gelemperiya Sûriyeyê kirin. Engîzek got, "Dengê ji Rojava bilind bû, projeya hate pêşkêşkirin û helwesta hate nîşandan bandor li pêvajoya şoreşê ya li Sûriyeyê kir. Li Rojhilata Navîn û dinyayê şer di navbera du xetan de hebû. Her du xet ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedî projeyên çareseriya mayinde nebûn. Projeya civaka demokratîk hem li Rojhilata Navîn hem jî li Rojava xeta sêyemîn ji xwe re kir esas û li gorî vê yekê polîtîka meşand. Li gorî pîvana welatê hevpar wê herêma Rojava bihata azadkirin û di çarçoveya neteweya demokratîk de destûreke bingehîn a ku xwe dispêre biratiya gelan û azadiya jinê bihata avakirin. Gel wê sîstema xwe ya civakî bi rêxistin bikira, biafiranda û êrîşî kesî nekira, lê belê wê di çarçoveya parastina rewa de xwe biparasta."

'JINAN PÊŞENGÎ KIRIN'

Engîzek anî ziman ku armanc ew bû ku bi mûxalefeta demokratîk a Sûriyeyê re timî di nava diyalogê de be û got, "Wê Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk bihata, jinê wê pêşengî ji avakirina civakî re bikira. Çareserkirina pirsgirêka jinê wê ji pêvajoya piştî şoreşê re nehatibûya hiştin.

Yek ji perspektîfên herî girîng ên şoreşê jî rêveberiya xwe bi xwe ya gel û parastina xwe bû. Gel wê hem şoreşa xwe ya demokratîk pêk bianiya hem jî di çarçoveya parastina rewa de nirxên şoreşê biparasta."

'DI DEMEKE KURT DE ÊRÎŞÎ ŞOREŞÊ KIRIN'

Engîzek destnîşan kir ku berxwedan gav bi gav veguherî azadiyê û got, "Ji 7'ê Tîrmehê heta 19'ê Tîrmehê di serî de Kobanê hêzên rejîmê hatin dorpêçkirin û ew hêz teslîm hatin girtin. Şoreşa Rojava 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê dest pê kir û 20'ê Tîrmehê li Efrînê, di 22'ê Tîrmehê de li Dêrikê, piştre li Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temirê û gelemperiya Rojava belav bû. Di 19'ê Tîrmeha 2013'an de komên ku xwe weke Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi nav dikirin, dest ji şerê li dijî rejîma Sûriyeyê berdan û êrîşî Şoreşa Rojava kirin. Ji sala 2013'an heta sala 2014'an li dijî van komên çete şer hate kirin. Têkiliya wan koman bi dewleta Tirk a dagirker re hebû, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve dihatin birêvebirin û bi vî rengî êrîşî Rojava kirin. Her komên ku qaşo xwe weke hêzên mûxalîf ên Sûriyeyê bi nav dikirin êrîşî herêmên Kurdan kirin.

'PIŞTRE ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê ÊRÎŞ KIRIN'

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî Mûsilê êrîşî Kobanê kirin. Xwestin peyama 'Em dixwazin şoreşa gel a demokratîk li Kobanê bi dawî bikin' bidin Tevgera Azadiyê ya Kurd. Ji Kobanê dest pê kir û li dijî çeteyan têkoşîneke mezin hate meşandin. Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî, Suryanî bûn yek û li dijî vê gurûha faşîst şer kirin, di şer de bi ser ketin. Derdora 40 ji sedî yê Sûriyeyê hate rizgarkirin. Faşîzma TC'ê tehemûlî vê nekir û ji ber ku naxwaze Kurd bibin xwedî statu bi xwe êrîşî Efrînê kir.

'JI TEVGERÊN JINAN RE BÛ ÇAVKANÎ'

YPJ ji bo jinên dinyayê bû çavkanî û moral, di heman demê de rêya dîplomaisyê vekir. Bêhêvîtiya li nava tevgerên jinan, bêmoraliya wan bi Şoreşa Rojava jiholê rabû û ew teşwîqî têkoşînê hatin kirin. Gelek jin ên enternasyonal ji cografyayên cuda yên dinyayê hatin tevlî bûn û şehîd bûn. Heval Avşîn hevaleke me ya ji Efrîkayê bû. Heval Lêgerîn ji Arjantînê bû. Divê mirov jinên şoreşger ên Tirkiyeyî jî bi bîr bînin. Bi hêviya ku bibe Şoreşa Rojhilata Navîn Şoreşa Rojava li hemû jinên dinyayê pîroz be."