Tirkiye leşkeran li ser sînor zêde dike; wateya vê çi ye?

Tirkiyeyê ku parçeyên S-400'î wergirt di heman demê de leşkerên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kir. Dewleta Tirk şantaja 'ez ê berê xwe biguherînim' li DYE'yê dike û peyama 'em dikarin planên DYE yên li herêmê têk bibin' dide Rûsyayê.

Tirkiyeyê ku parçeyên S-400'î wergirt di heman demê de leşkerên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde kir. Dewleta Tirk şantaja 'ez ê berê xwe biguherînim' li DYE'yê dike û peyama 'em dikarin planên DYE yên li herêmê têk bibin' dide Rûsyayê. Bi vî rengî ji bo 'herêmeke tampon' daxwaza destûrê dike.

Dewleta Tirk ku ji sala 2016'an ve li qada Sûriyeyê bi lîstika dualî ya bi DYE û Rûsyayê re dilîze hin herêmên Sûriyeyê dagir kiriye, hewl dide vê lîstikê di ser S-400'î bidome û ji bo dagirkirina Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze ji hêzên navneteweyî destûrê werbigire.

Tevî nerazîbûnên rêveberiya DYE û NATO'yê, dewleta Tirk parçeyên destpêkê yên sîstema parastinê ya fuzeyên S-400 a Rûsyayê wergirt. Di heman rojê de jî dest bi zêdekirina leşkerên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kir.

Dewleta Tirk leşker şand sînorê Şêxler, Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê û hewl dide beriya hatina heyeta DYE'yî ji bo nirxandina 'herêma tampon' destê xwe xurt bike.

Artêşa Tirk bi vê armancê hin tank û wesayitên zirxî şand sînorê Girê Spî û Serêkaniyê û ji 10'ê Tîrmehê ve wesayitên zirxî li hin nuqteyan bi cih kir.

Gotina 'hin blokên beton ên li ser sînor hatine rakirin' ku di hin organên medyayê de hatin weşandin, ne rast in. Sê blokên beton ên li pêşberî gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê ji bo çend saetan hatin rakirin û piştre li şûna xwe hatin bicihkirin.

Tevî şantaj û gefên dewleta Tirk li Girê Spî û tevahiya xeta sînor jiyana rojane bi rengekî asayî didome.

PLANÊN JI BO 'HERÊMA TAMPON'

Ji bo 'herêma tampon' ku tê xwestin li ser sînorê Rojava bê avakirin demeke di navbera DYE, Tirkiye û Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de bi rengekî neyekser hevdîtin didomin.

Tirkiye dixwaze herêm ji Dêrikê dest pê bike, heta pira Qereqozaxê be û bi 30 kîlometreyan fireh be. Her wiha dixwaze kontrola herêmê jî di destê Tirkiyeyê de be.

Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand ku ew ê planeke ku Tirkiye di nav de be bi ti awayî qebûl neke û herêm divê di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de be. Tevlîbûna Tirkiyeyê li nava hêzên navneteweyî jî bi şertê bidawîbûna dagirkeriya li Efrînê ve hate girêdan.

Di hevdîtinan de ku bi navbeynkariya DYE'yê tê kirin planeke din derkete holê ku li gorî vê planê wê herêm negihêje bajaran û bi 5 kîlometreyan berfireh be, li herêmê jî wê nuqteyên çavdêriyê yên hêzên koalîsyona navneteweyî hebin.

Ev plana ku weke plana Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey tê binavkirin, demeke tê nirxandin. DYE'yê çend roj berê bi rayedarên Îngilstan, Fransa, Elmanya û hin dewletên Ewropayê re di vê çarçoveyê de hevdîtin kir.

HEYETA DYE'YÊ WÊ BIÇE TIRKIYEYÊ

Di nava hefteyê de wê heyetek ji DYE'yê biçe Tirkiyeyê û rewşa teknîkî ya planê bi rayedarên Tirk re binirxîne. Lê belê dewleta Tirk ku ji ber wergirtina S-400'î di nava tirs û fikara pêkanînên CAATSA de ye, bi nêrîna 'parastina herî baş êrîş e' leşker û amûrên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cih dike.

ŞANTAJA KU LI DYE'YÊ DIKE

Dewleta Tirk tevî zêdekirina leşkerên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê şantaja 'ez ê berê xwe biguherînim' li DYE û NATO'yê dike û bi vî rengî hewl dide destê xwe yê di bazariyê de xurt bike. Erdogan şantaja 'ez ê bi Rûsyayê re tevbigerin' li DYE'yê dike û dixwaze armancên xwe yên Osmanî pêk bîne.

PEYAMA 'EM DIKARIN DYE'YÊ JI HERÊMÊ DERXÎNIN' DIDE RÛSYAYÊ

Erdogan li aliyê din jî peyama 'em dikarin planên DYE'yê yên li herêmê têk bibin û DYE'yê ji herêmê derxînin' dide Rûsyayê, ku di civîna sê alî ya Rûsya-Îran-Tirkiyeyê de anîbû ziman.

Dewleta Tirk rojên dawî êrîşên xwe yên li herêma Şehbayê zêde kir û bi vî rengî jî dixwaze rewşa li Îdlibê heta demekê birêve bibe.

XEYALA MÎSAKÎ MÎLLÎ

Erdogan bi êrîşeke dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re dixwaze Kurdan ji Dêrikê heta Helebê daxîne binê rêya navneteweyî û bi vî rengî di ser Şengalê re xwe bigihîne heta Mûsil û Kerkûkê. Ji bo vê armanca xwe ya Mîsakî Mîllî jî bi taybetî destûrê ji DYE'yê dixwaze.

HELWESTA DYE'YÊ NEDIYAR E

DYE ku li Îdlibê piştgiriyê dide Tirkiyeyê, ji bo dagirkirina Efrînê zemîn amade kir û li dijî wergirtina S-400'î helwesteke cidî nîşan neda, li dijî planên dewleta Tirk ên ku dixwaze herêmê ji nû ve veguherîne qada şer, nayê zanîn ku wê helwesteke çawa nîşan bide.

Li dijî van planên dewleta Tirk gelên herêmê û hêzên wê yên parastinê jî amadekariyên xwe dikin.

GELÊN HERÊMÊ Û HÊZÊN PARASTINÊ AMADEKARIYÊN XWE DIKIN

Li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelên herêmê jî biryara çalakiyan wergirt.

Di êrîşeke gengaz de eger şer rû bide wê tenê li herêmê nemîne û tê payin ku salên dûr û dirêj bidome.