Welatiyên Girê Spî gefên dewleta Tirk protesto kirin

Bi hezaran kes li Girê Spî li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta sînor hatin ba hev, çalakiyeye ya protestoyê lidar xistin.

Her diçe nerazîbûnên li dijî zêdetkirina leşker û gefên dewleta Tirk ên li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibe. Di saetên danê nîvroyê de bi hezaran kesên li ser xeta sînor a Girê Spî hatin ba hev, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li taxa Minbetih a li nêzî sînorê Tirkiyê li bajarê Girê Spî ku şênî û bi dehan rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rûspiyên êlan têde kom bûn, hatin vedan. Li her du konan pankartên bi nivîsên "Sûriye pir alî ye, nenavendî ye, demokratîk e", "Tirkiye... Nazî ye" û " Bajarê Girê Spî modela hevbeş û biratiya gelan e" hatin daliqandin.

Di xwepêşandanê de hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid wiha axivî: "Hikumeta Erdogan ji dêvla kuştin, talan û dijmantiya cîrantiyê bi hinceta ewlehiya neteweyî nizane. Ji lewre divê gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin da ku pêşerojeke ronahî ji nifşên xwe re dabîn bikin."

Endama Rêveber a Kongreya Star Dîlan Hesen gefên Tirkiyê û xistina girseya hêzên xwe li ser sînor şermezar kir û got: "Amade ne li hember dagirkeriya Tirkiyê bi yekîtî û hevgirtina xwe bisekinin."

Dîlan wiha domand: "Jinên Girê Spî bi fikr û ramanên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çekdarkirî ne û wê li rex hêzên bisekinin da ku dagirkeriyê têk bibin."

Di heman warî de, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Kedîm Îbrahîm ev tişt got: "Erdogan gefan li raya giştî ya cîhanî bi bihaneya herêma ewle û ewlehiya neteweyî dixwe. Armanc jê jî dagirkirina herêmên Sûriyê û vegerandina sînaryoya dewleta Osmanî ye. Lê belê em li vir in. Me ji kezebên xwe qurbanî da, ji bo li herêmê bi ewle û aştî jiyan bikin. Heke hewce kir em ê ji bo vê xakê yê ku ciwanên m bi xwîna xwe av daye, bibin qurban û nahêlin Tirkiyê têkeve Girê Spî û Sûriyê."