Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li hemberî êrîşên dagirker û gefên Tirkiyeyê li Qamişloyê bi hezaran kes daketin kolanan û banga berxwedanê kirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û tevgera li ser sînorê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Çerxerêya Osman Sebrî ya li rojhilatê bajêr, meşek li dar xist.

Paşê girseya gel, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, kesayetên olî û welatparêz, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokatîk a Herêma Cizîrê, nûnerên rêxistinên sivîl û nûnerên partiyan çû ber konê sersaxiyê yê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li kantona Qamişlo li yarîgehê hate vedan.

Gerîlayên HPG’ê Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sînegir (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Feraşîn (Celal Ozturk) di encama êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, di 21`ê meha Adarê de şehîd bûbûn.

Qada yarîgehê (stad) bi wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Şoreşa Rojava û bi gulan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Meclîsa Kantona Qamişlo Efram Îshaq axivî û bal kişand ser piştî şoreşa Sûriyê gelek dewletan ji bo berjewendiyên xwe destwerdan kir û wiha anî ziman: "Van dewletan, di serî de Tirkiyê, ji bo xêr û bêra li Sûriyê bi taybet li herêmên me, ne ji bo parastina gelên Sûriyê destwerdan kirin û dema parastina gelê Sûriyê jî kirin, li xweşiya van dewletan nehat."

Îshaq di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwediyê vê xakê û doze ne, em li ser bingeha biratiya gelan û fikra rêberê felsefeya neteweya demokratîk ê ku em fêrî aştiyê kirin û dûrî şer kirin, bi aramî dijîn. Em ji bo hebûna xwe û herêmên xwe şer dikin û em ê parastina destkeftiyên xwe ji terorê û gefên ku hewldanan têkbirina aramî û ewlehiyê bikin."

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yunis jî axivî û êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û komkujiya der heqê gelê Kurd de pêk tîne, red kir û wiha got: "Armanca Tirkiyê ji êrîşên herî dawîn ên li ser Başûrê Kurdistanê û xurtkirina hêza li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tunekirina hebûna gelê Kurd e."

Tê payîn ku Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo heta saetên şevê pêşwaziya gel bike.