Li Efrînê çeteyek hate kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî çeteyê endamê Ehrar El Şam a girêdayî dewleta Tirk a dagirker ‘çalakiya tolhildanê’ lidarxist.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Şera ya Efrînê çalakiyeke tolhildanê li dar xistine û di çalakiya sekvaniyê de çete Ebu Eymen ê endamê koma bi navê Ehrar El-Şam hatiye kuştin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên hêzên me yên li dijî leşker û terorîstên dewleta Tirk a dagirker de ku li herêma Efrîn û derdora wê hatine lidarxistin, hêzên me bi çalakiyeke taybet çeteyekî girêdayî koma Ehrar El-Şam kuşt.

Roja 13’ê Tîrmehê li navçeya Şera li dijî çeteyekî endamê koma Ehrar El-Şam hêzên me çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebu Eymen hat kuştin. Ev çalakiya tolhildanê ku hêzên me li dar xist, ji ber çeteyê bi navê Ebu Eymen destê wî di xwîna hevrêyekî me yê şehîd de hebû, her wiha çete Ebu Eymen bi cenazeyê hevrêyê me yê şehîd lîstibû.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê bi bîr dixin û teqez dikin ku hemû kiryarên terorane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê wê tu caran bê hesab nemînin û wê tol ji wan were rakirin.”