ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Divê DAÎŞ bê darezandin, hesab ji hevparan bên xwestin’
Forma bi mijara DAÎŞ’ê ya ji aliyê NRLS’yê ve hate organîzekirin didome. Beşdarvanên formê da xuyakirin ku divê bi teqez DAÎŞ di dadgeheke navneteweyî de bê darezandin û hesab ji hevkarên mîna AKP’ê bên xwestin. -
HRE: Li Mareyê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku hêzên wan li Mareyê li hemberî artêşa dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê çalakî li dar xistiye û di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin. -
Çeteyê DAÎŞ’ê: Êrîşên bombeyî bi kontrola MÎT’ê hate kirin
Çeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Îlyas Aydin ê ku sal û nîvek e di destê QSD’ê de ye, diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû êrîşên bombeyî di bin kontrola MÎT’ê de hatiye kirin. -
Mexdûrên DAÎŞ’ê: Divê endamên DAÎŞ’ê di dadgehên navneteweyî de werin darizandin
Di forûma li ser DAÎŞ’ê de mexdûrên qetlîamê got ku “Ji bo yên wekî wê dernekevin holê divê endamên DAÎŞ’ê di dadgehên navneteweyî de werin darizandin.” -
Bernameya konferansa têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê diyar bû
Bernameya konferansa navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve tê organîzekirin diyar bû. -
DAÎŞ'î bi alên Nûsra derbasî nava Tirkiyeyê bûn
Di doza DAÎŞ'ê de yek ji kesên ku navê wî herî zêde tê bihîstin Îlyas Aydin e. Diyar kir ku beriya tevlî DAÎŞ'ê bibe hatiye Sûriyeyê, bi berdevkê DAÎŞ'ê re hevdîtin kiriye, piştre vegeriya ye Tirkiyeyê û îstîxbarata Tirk jî ev yek ji nedîtî ve hatiye. -
Fînlandiya wê jin û zarokên DAÎŞ'î jî wernegire
Fînlandiyayê ku meha Adarê ragihand ku wê vegera kesên di nava DAÎŞ'ê de şer kirine qebûl neke, niha jî eşkere kir ku wê hevser û zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampa El Hol a Sûriyeyê dimîne wernegire. -
Li Tebqayê teqînek pêk hat
Li Tebqayê di dema derbasbûna mînîbûsa rêwiyan de teqînek pêk hat. Di teqînê de 2 kes birîndar bûn. -
Jinên Êzidî yên hatin rizgarkirin radestî Meclîsa Şengal hatin kirin
Mala Êzidî ya Hesekê 5 jin û zarokeke 13 salî yên ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn rizgarkirin, radestî Meclîsa Şengal û Wexfa Jinan a Êzidiyan kirin. -
HRE: Li Bab û Efrînê 5 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan 3’yê Tîrmehê li gundê Gaxîlbaş a Babê, navçeyên Bilbil û Meydankê ya Efrîn û bajarê Mareyê li dijî çete û artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bi sedan sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de zêdetirî 300 sivîl ji herêma Efrînê revandin. -
Şehîda YPJ’ê Aser Aras li Dêrikê spartin axê
Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulîzar Goranî (Aser Aras) dema li ser erka xwe di encama qezayeke ya trafîkê de şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
Di rêze çalakiyên HRE’yê de 5 leşker û çete hatin kuştin
Di rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrîn a li Ezaz, Marê û navçeya Şera ya Efrînê de bi kêmanî 5 leşker û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Şiyar Hemo qala kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê kir
Şiyar Hemo yê Efrînî qala gelê Efrînê yê niha li Efrînê asê maye kir. Hemo diyar kir ku ew her roj di bin gefa êşkenceyê de ne. -
Artêşa Tirk gundên Şêrawayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike. -
Li Efrînê çeteyan 10 sivîlên din jî revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çetyên wê li Efrîn a ku ji Adara 2018’an ve dagirkirine, 10 sivîlên din jî revandin. -
Rejîma Sûriyeyê ji bo êrîşên Îsraîlê got, 'terorîzma dewletê'
Rêveberiya Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî êrîşên Îsraîlê da, ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji bo êrîşan got 'terorîzma dewletê'. -
Rêveberên QSD û NY’yê peymaneke plana hevpar a zarokan îmze kirin
Di navbera rêveberên QSD’ê û NY’yê de peymaneke plana hevpar a têkildarî qedexekirina girtina zarokan a leşkeriyê û parastina wan a ji şer hate îmzekirin. -
Asya Abdullah: Wê meclîs jinan bi pêş ve bibe
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah diyar kir ku wê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi pêş ve bibe. -
Elewiyên Ereb ên ji Hatayê bi tirs û fikar in
Berdevkê Meclîsên Gel ên Antakyayê Hasan Ozgun diyar kir, cenazeyê DAÎŞ'iyê ku digot, 'Em ê Elewiyan biqelihînin' mîna mîtîngekê ji Reyhanli hatiye rakirin û got, vê yekê Elewiyên Ereb xistiye nava fikaran. -
Leşkerên Tirk li sînorê Derikê du cotkar birîndar kir
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li sînorê Dêrikê gule li du cotkaran barand û herdu cotkar birîndar bûn. -
Dewleta Tirk li Efrînê bi sedan sivîl revand
Li navçeya Mabeda ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin bi sedan sivîl hatin revandin. -
HRE: Li Efrîn û Şêrawa 14 leşker û çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Efrîn û Şêrawayê di çalakiyên hêzên wan de herî kêm 14 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Eniya şoreşger şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anî
Eniya şoreşger a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anî. -
Neteweyên Yekbûyî li ser Rojava konferans li dar xist
Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojava konferansek li dar xist. Di konferansê de bang hate kirin ku divê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê kes bêdeng nemîne.