'Şoreşa Rojava ya azadîparêz li mirovahiyê pîroz be'

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê: Ji bo ev şoreşa mirovahiyê li qada navneteweyî hîn bêhtir bê naskirin divê navendên me, pêkhate û dostên me bikevin nava hewldanan.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Rojava bi saya berxwedana 19'ê Tîrmehê ji aliyê civakî û siyasî ve bi pêş ketiye.
KCDK-E'yê ragihand ku ev şoreşa civakê bûye hêvî ji tevahiya mirovahiyê re û diyar kir, "Şoreşa Rojava ku weke rêya sêyemîn afirî hem ji gelên Rojhilata Navîn re bû hêvî hem jî derfetên xwerêvebirinê pêşkêşî gel kir. Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Keldanî, Tirkmen, Çerkes, Elewî, Xiristiyan, Misilman û hemû gel tevlî vê şoreşê bûn."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn û dinyayê bûye alternatîfeke nû û ragihand, di serî de dewleta Tirk dewletên paşverû yên li herêmê bi rêya çeteyan hewldan vê şoreşê lawaz bikin û têk bibin.
KCDK-E'yê diyar kir, dewleta Tirk a ku nekarî encamê ji vê werbigire bi dagirkirina Efrînê û bi êrîşên li dijî şoreşa Rojava hewl dide şoreşê bifetisîne û destnîşan kir, êrîşên xwe bi rengekî bêperwa didomîne ku niha hewl dide Başûrê Kurdistanê jî dagir bike.
KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe de Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li mirovahiyê û gelên Rojava hemûyan pîroz kir û bang kir, " Ji bo ev şoreşa mirovahiyê li qada navneteweyî hîn bêhtir bê naskirin divê navendên me, pêkhate û dostên me bikevin nava hewldanan.
Bi navê KCDK-E'yê em bang li mirovahiyê û saziyên navneteweyî dikin ku şoreşa Rojava ya xwe dispêre azadiya jinê, wekhevî û jiyana bi hev re ya gelan nas bikin."