Cenazeyê Şehîd Kendal bi merasîmekê spartin axê

Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm Elî (Kendal) bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî cenazayê QSD‘ê Îbrahîm Elî (Kendal) ê dema li ser karê xwe bû di qezayeke trafîkê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gund Tenhûzayê spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Girê Spî fermandar Erdal Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin da.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Li gel gefên domdar ên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên me yên rizgarkirî divê xelkê me yên li Kantona Girê Spî hevgirtina xwe xurt bike û xeta şehîdan bişopînin. Divê em wefedarên xwîna şehîdan bin û rê nedin ku ti alî destkeftiyên me têk bibin."

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd di nav dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.