DAÎŞ xwe li stargehên li çolê vedişêre

Çeteyên ku piştî rizgarkirina Baxozê reviyan, eşkere bû ku xwe li stargehên li nava çolê kolan e vedişêrin.

Di çarçoveya operasyona "bidawîkirina terorê" de ya pêngava "Bagera Cizîrê" ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dimeşandin, di 23'ê Adara 2019'an de bajarokê Baxozê hate rizgarkirin û bi vî rengî 'xîlafet'a ku çeteyan sala 2014'an ragihandin hate têkbirin.

Piştî ku herêm di destê çeteyên DAÎŞ'ê de neman, çeteyan xwe vekişandin binê xakê. Tê texmînkirin ku xwe li herêma Badiya el-Şam vedişêrin ku li ser sînorê Iraqê ye û weke 'Çola Sûriyeyê' tê binavkirin.

Rojên dawî bi beşdariya gelek welatan karên keşf û îstîxbaratê yên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê zêde bûn. Tê gotin ku niha derdora 20 hezar çete li sînorên Sûriye û Iraqê ne. Balafirên Tornado yên Elman ku di nava koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de ne li herêma Sûriye û Iraqê difirin.

Rojnameya Elman "Bild am Sonntag" wêneyên stargehên çeteyên DAÎŞ'ê yên li çolê weşand. Di wêneyan de hate ragihandin ku wêne 4'ê Tîrmehê ji aliyê balafirên Tornado ve li sînorê Sûriyeyê yê li Iraqê hatine kişandin.

Tê dîtin ku li dora stargehê dîwar hatiye lêkirin û li devereke dûr jî tunel hatiye kolandin. Pisporên leşkerî yên koalîsyonê yên li herêmê wezîfedar in diyar dikin ku di êrîşeke gengaz de wê DAÎŞ'î van tunelan bi kar bînin.