Li sînorê Girê Spî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk

Artêşa Tirk a dagirker ku li sînorê Girê Spî leşkerên xwe zêde kiriye, li ser xeta sînor xendeqan çêdike.

Li ser xeta sînorê Girê Spî yê Bakurê Sûriyeyê ku beramberî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ye, tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker zêde bûye. Hate ragihandin ku artêşa dagirker leşkeran sewqî sînor dike û xendekan çêdike.

Diyar bû sibeha 14’ê Tîrmehê saet 03:00’an li ser xeta sînorê Kaniya Xezlan 13 tank hatine bicihkirin.

Bi taybet di nava çend rojên dawî de li ser xeta sînorê Kaniya Xezlan tevgerekî zêde ya leşkerî heye.