Alzenatî: Li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê têkoşîneke hevpar divê

Ji beşdarên forûma navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê Hîndekarê Zanîngeha Eskenderiyê Celal Alzenatî diyar kir ku tiştên heta niha QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê kir karekî pîroz e û got, ji bo tinekirina zîhniyeta DAÎŞ'ê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a navneteweyî heye.

Ji beşdarên forûma navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê ku li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat Hîndekarê Zanîngeha Eskenderiyê Celal Alzenatî rewşa heyî ya DAÎŞ'ê û têkoşîna li dijî wê nirxand.

Alzenatî diyar kir ku metirsiya DAÎŞ'ê hîn jî heye û bal kişand ser dewletên ku piştevaniya DAÎŞ'ê dikin, bi taybetî jî Tirkiye.

Alzetanî anî ziman, rêya ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan daniye ber xwe wê dewleta Tirkiyeyê hilweşîne.

Der barê rewşa heyî ya DAÎŞ'ê de Alzetanî got, "Tiştên ku QSD'ê kir karekî pîroz e. Lê belê hucreyên razayî û hişmendiya DAÎŞ'ê hîn neqediya ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi karekî hevbeş ê li qada navneteweyî heye. Bêguman rola perwerde û ragihandinê di nava gel de û guhertina hişmendiyê ji bo ziwakirina dendika DAÎŞ'ê çandî girîng e."

Alzetanî bal kişand ser sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got, "Rojava ji gelek dewletan mezintir e. Di asta mirovî de jî rojava di milê hişmendiya pir neteweyan tiştekî nû ye ji bo Rojhilata Navîn. Lewma bi dîtina min wê di salên bê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe mînakek ji bo tevahiya Rojhilata Navîn."